Komeleya Mafên Mirovan rapora çavdêriye ya li ser mitînga doh ji aliyê walîtiyê ve hat qedexekirin amade kiribû aşkera kir. Di raporê de tespîtên girîng hatin kirin. Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku 14'yê Tîrmehê li Amedê rewşa awarte pêk hat û anî ziman ku berpirsyarê bûyerên doh li Amedê rû dane waliyê Amedê û hêzên ewlehiyê ne.
Şaxa ÎHD'a Amedê li ser mitînga doh ji aliyê BDP û KCD'ê de dê hatiba lidarxistin û ji aliyê Walîtiyê ve hat qedexekirin raporek amade kir û aşkera kir. ÎHD'ê li avahiya xwe civîn lidar xist. Nûnerê ÎHD'ê Şevket Akdemîr, nûnerê TÎHV'ê yê Amedê Necdet Îpekyuz, Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî tevlî civînê bûn.
Serokê Şaxê Racî Bîlîcî daxuyanî da û got; "Sedemê qedexekirina mitîngê nediyar bû. Biryara qedexekirinê herêm qasî 10 rojan ber bi aloziyê ve bir. Tevî biryara qedxekirinê jî gel diyar kir ku ew ê qedexeyan nas neke. Hem em wekî ÎHD û hem jî wekî rêxistinên saziyên sivîl me di daxuyaniyên xwe de anî ziman ku qedexekirin dij demokrasiyê ye, her wiha me xwest biryara qedexekirinê paşve bê girtin. Lê walîtiya Amedê hem daxwazên rêxistinên saziyên sivîl û hem jî daxwaza sedhezaran kesî ji nedîtî ve hat û di qedexekirinê de israr kir."
'BAJAR DAGIR KIRIN'
Bîlîcî anî ziman ku di encama biryarê de tedbîrên berfireh hatin girtin lê ya mayê rêveberiya tund bû û wiha axivî: "Bi yên derve re anîne 10 hezaran zêdetir polîs bajar dorpêç kirin. Derketin û ketina bajar hat qedexekirin, tax, cade û kolan ji aliyê polîsan ve hat dagirkirin. Dema ku saeta mitîngê nêz bû jî bajar veguherî qada şer. Li hemberî her kesê ku ketiye nava tevgerê êrîşeke bê hempa pêk hat. Di encama van êrîşan de bi dehan kes hatin binçavkirin, bi sedan zêdetir mirov birîndar bûn. Parlementer û şaredarên vî welatî hedef hatin girtin."
Bîlîcî, da zanîn ku ew wekî ÎHD bûyer ji nêz ve şopandine û bi heyeta çavdêr a ji bo bûyeran li cihê wê lêkolîn bikin saz kirine re li seranserî bajêr geriyane û wiha pê de çû: "Encamên me ji lêkolînan derxistine wiha ne;
* Mitînga BDP û KCD'ê ku mehek beriya niha hatibû deklerekirin ji aliyê Walîtiya Amedê ve bi hincetên ji rêzê hat qedexekirin. Ev qedexe bi serê xwe li pêşiya azadiya fikir û xwevegotinê astengiyên mezin çêkiriye.
* Rojekê beriya mitîngê gelek polîs wekî hêza teqwiye anîn bajêr, ketin û derketina bajêr xistin bin kontrolê û navenda bajêr hat dorpêçkirin.
* Şeva beriya mitîngê polîsan bi wesayîtên anonsê li taxan geriyan û gefên wekî; 'heke hûn derkevin qadan em ê der heqê we de karûbarên fermî pêk bînin' li gel xwarin.
* Dîsa şeva beriya mitîngê bi ser gelek malan de girtin û 6 kes xistin binçavan, heqaret li maliyan kirin û rêbazên tundiyê bikar anîn.
* Şeveqa roja mitîn dê hatiba lidar xistin polîsên tevgera tîmên taybet, hêzên çevîk û polîsên sivîl li hin semtên ku wekî koşuyolu hatin bicih kirin û ew semt dorpêç kirin. Dîsa li ser bajêr helîkopter firiyan û hemû riyên qada îstasyonê ji trafîkê re hatin girtin.
* Di encama van tedbîrên ku rêveberiya tund bibîr tîne de wesayît hatin rawestandin ji lêgerînan re derbas bûn, lêkolînên GBT hatin kirin, gelek kes hatin binçavkirin. Koma ku derketibû gerê jî dema li dijî gotinên polîsan ên wekî; 'hûn çima digerin' derketin rastî tundiya polîsan hatin.
* Yên ku di mitîngan de li ser erebokan tiştan difiroşin û debara xwe pêk tînin jî bi erebokên ran re pûşî, flama û destmalên destan hatin desteserkirin.
* Şeveqa mitîngê avahiya BDP'ê ya bajêr ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û gelek kesên xwestin biçin partiyê hatine astengkirin.
* Li parka Koşuyoluyê gelek kesên ku ji bo hûnik bibin çûne parkê rastî mûdaxaleya polîsan hatine û destûra ketina parkê nehatiye dayîn.
* Welatiyên ku ji bo tevlî mitîngê bibin hatine Amedê di ketina bajêr de hatine astengkirin, gelek kes hatine binçavkirin û wesayîtên wan bi hincetên ji rêzê hatine cezakirin."
'Polîsan bi bombeyên gazê, ava bişid û guleyên rasteqîn bi ser mizgeftê de girt'
Bîlîcî tespîta bûyeran a bi sernivîsa; "Destpêkirina bûyeran û Mûdaxale" jî wiha rêz kirin:
"* Di seranserî bajar de ewleyî û astengiyên polîsan bû sedem ku di saetên nîvro de bibe sedemê aloziyan û saet li dora 14.00'an û pê de pevçûn destpê kirin.
* Destpêkê di navbera Parlementer, şaredar û hilbijêrên BDP û rêvebirên Kongreya Civaka Demokratîk û polîsan a li ber avahiya BDP'a bajêr pevçûn rû dan. Polîsan girse bi panzeran asteng kirin, destûra derbasbûna otobûsa BDP'ê nedan. Li cadeya Bayindirliktê girse dîsa rastî astengiya polîsan hatin û di navbera BDP'î û polîsan de pevçûn derket û BDP'î bûn hedef û tundiya polîsan.
* Piştî astengiyan girse li gelek noqteyên bajêr belav bûn û pevçûn li 10 noqteyên bajêr destpê kirin.
* Mûdaxaleya herî mezin li semta Ofîsê pêk hat. Li Ofîsê rêveberiya tundiyê ket meriyetê û polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mûdaxlayî girseyê kir. Semta ofîsê di bin ewrên bombeyên gazê de ma.
* Bombeyên hatine avêtin li mal, kargeh û wesayîtan ketine û di encama êrîşê de wesayîtek ji ber bombeya gazê lê ket bi temamî şewitî. Her çi qasî di daxuyaniyên fermî û di hin weşanên fermî de hatiye gotin ku wesayît ji aliyê çalakvanan ve hatiye şewitandin jî ew wesayît di encama bombeya gazê de şewitiye. Ev yek hatiye tespîtkirin û qeytkirin.
* Mûdaxaleya ku polîsan li Ofîsê pêk anîne kolan veguheriye qadên îşkenceyê û cadeya ekîncîler, cadeya Gevran û kolana hûnerê veguheriye qada şer. Gelek bombeyên gazê jî li kafeyên kolana hûnerê ketiye û welatiyên ku li kafeyan rûniştine ji bombeyên gazê tesîr bûne. Dîsa li vê kolanê gelek cam şkestine û ciwan rastî êrîşa polîsan hatine û ew xistine binçavan.
* Welatiyê ku xwestine bikevin parka koşuyoluyê û qada îstasyonê rastî astengiya polîsan hatine û polîsan mûdaxaleyeke tund nîşan dane. Dîsa polîsan bombeyên gazê û ava bişid avêtine ser komên li navçeya Rezanê.
* Riyên Şehîtlîkê yên derdikevin qada îstasyonê ji aliyê polîsan ve hatine girtin û welatiyên ku ji taxan xwestine bikevin qadê rastî mûdaxaleya polîsan hatine.
* Li Sumerparka ku nêzî qada îstasyonê ye jî gelek kesên xwestine bikevin qadê rastî mûdaxaleya polîsan a tund hatine û ketina qadê hatiye astengkirin.
* Parlementerên BDP'ê Ayla Akat, Sirri Sakik û Îdrîs Baluken jî di nav de koma ku xwestiye bikeve navçeya Sûrê rastî mûdaxaleya polîsan hatiye û Ayla Akat ji aliyê polîsan ve hedef hatiye nîşandan û bi ava bişid hatiye birîndarkirin.
* Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr jî di nav de girseya ku ber bi qadê ve meşiyaye rastî mûdaxaleya tund hatine û gelek kes birîndar bûne.
* Tevî bombeyên gazê yên ji helîkopterên polîsan û wesayîtên zirxî hatine avêtin polîsan hêzeke bê pîvan bikar anîne, guleyên rasteqîn bikar anîne û hewl dane ku gel belav bikin.
* Yek ji mûdaxaleyên herî tund jî li hemberî mizgeftan pêk hat. Polîsan bombeyên gazê û ava şid avêtin mizgefta Abdulcelîl û mizgefta qada îstasyonê û li hemberî welatiyên li mizgeftan tundî pêk anîn.
'BIRÎNDAR JI NEXWEŞXANEYAN HATIN BINÇAVKIRIN'
Bîlîcî karûbarên binçavkirinê jî wiha rêz kirin:
"* Di encama hemû bûyeran de bi dehan kes hatin binçavkirin û gelek kes jî birîndar bûn.
* Li gorî dîmenên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê polîsan tundiyeke zêde bikar anîne, ciwanek xistine bin lingê xwe, cilên ber wî de parçe parçe kirine destên wî piştve kelepçekirine û bi copan li wî xistine.
* Jinek ji aliyê ciwanekî ve li hewşa mizgeftê tê tacîzkirin û piştre derdikeve holê ku ew ciwan wê jinê dixe binçavan.
* Li semta Ofîsê welatiyê ku bombeya gazê li serê wî ketiye û birîndar bûye dixin binçavan.
* Polîsên ku wesayîteke ji Ofîsê derbas dike radwestînin û 5 kesên di wesayîtê de dixin binçavna.
* Nûçegihanên DÎHA'yê Mahsum Saðlık û Mehmet Begun li ser cadeya Ekîncîleran dema ku diçin buroya xwe ji aliyê polîsan ve tên binçavkirin.
* Di seranserî bûyerên li bajêr de gelek welatiyên ku birîndar bûne radikin nexweşxaneyan, polîs di rê de ambulansan dide sekinandin û birîndaran dixe binçavan.
* Li gorî walîtiya Amedê di seranserî bajêr de 87 kes hatine binçavkirin.
Di raporê de êrîşa li hemberî parlementer û şaredarên gel jî cih digire û tê diyarkirin ku Parlementera Îdirê Pervîn Buldan di encama hedefgirtina polîsan de ji lingê xwe birîndar dibe, Parlementera Êlihê Ayla Akat di encama ava bişid de birîndar bûye, Mulkiye Bîrtane, Osman Baydemîr û Zubeyde Zumrut jî ji ber tundiya polîsan birîndar bûne. Di raporê de yekemîn berpirsê bûyeran walî û polîs nîşan da.
'ÇARESERÎ NE JI EWLEHIYÊ, JI DIYALOG Û MÛZAKEREYAN DERBAS DIBE'
Bîlîcî daxuyaniya xwe bi van hevokan bidawî kir: "Wekî encam bûyerên ku di encama qedexeyan de rû dane careke din nîşan daye ka em di warê mafên mirovan de çi qasî paş de ne. Ev yek jî nîşan dide ku tundî û qedexe xizmeta çareseriya pirsgirêka kurd nake. Em wekî parêzerên mafên mirovan di her firsendê de tînin ziman ku pirsgirêk ne bi polîtîkayên ewlehiyê bi mûxatabên pirsgirêkê re mûzakereyan dê çareser bibe. Ji bo vê yekê divê hikûmeta AKP û yên welat birêve dibe deriyên diyalogê vekin."