ÎHD: Bila Girtîgeha Îmraliyê were girtin

ÎHD'ê li ser Komkujiya 19'ê Kanûnê ya Girtîgehan daxuyaniyek da û xwest, Girtîgeha Îmraliyê bê girtin. ÎHD'ê xwest, berpirsyarên komkujiyê werin darizandin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Wanê têkildarî Komkujiya 19'ê Kanûnê ya Girtîgehan li avahiya komeleyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Hevserokê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet, endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Servet Ertak û Rêvebera ÎHD'ê Nalîn Kûlan tevlî civînê bûn.

Ertak bibîr xist, ku di komkujiya 19'ê Kanûna 2000'î de li girtîgehan 32 mirov hatin kuştin û got, "Ev operasyon ji aliyê rayedarên dewletê ve weke 'Operasyona Vegera li Jiyanê' hat binavkirin. Lê belê li pey vê operasyonê tenê rondikên çavan man."

Ertaş diyar kir, piştî van operasyonên li 20 girtîgehan, girtî û hikumxwar li girtîgehên tîpa F hatin bicihkirin û got, "Girtî û hikumxwarên li ber girtîgehên tîpa F rabûn, dest bi rojiya mirinê kirin. Çalakiyên rojiya mirinê bi qasî 2 saetan dewam kirin û bi sedan mirovî jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan ji girtiyan jî, ji ber tedawiya şaş bi nexweşiya Wernîcke Korsakoff ketin."

'16 SAL DI SER RE DERBAS BÛN, POLÎTÎKAYA LI GIRTÎGEHAN HÊ WEKE XWE YE...'

Ertak da zanîn, tevî ku di ser operasyona bi xwîn re 16 sal derbas bûne, polîtîkaya dewletê ya li girtîgehan hê neguheriye û destnîşan kir, girtîgeh eynika welatekî ye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di nava sala 2016'an de 958 kesî ji ber îşkence û pêkanînên xerab serî li navenda wan a giştî û şaxên komeleyê dane û hat gotin, "Ev polîtîka li girtîgehan di nava mercên rewşa awarte de hê bêhtir hatin şidandin. Îşkence û pêkanînên xerab ne tenê li dijî girtî û hikumxwaran e, di heman demê de ji bo cezakirina malbatan tên meşandin."

DAXWAZ

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Servet Ertak da xuyakirin, ku divê ti girtî di nava tecrîd û îzolasyonê de neyên girtin û ev daxwaz kir:

- Berpirsyarên Komkujiya 19'ê Kanûnê werin darizandin.

- Lazime Wezareta Edaletê fermannameya bi hejmara 45/1 a bi xwe amade kir û weşand, derhal bi cih bîne.

- Divê hikûmet, Protokola Hilbijartî ya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî yekser radestî Meclîsê bike û protokol were erêkirin.

- Li dijî wezîfedarên cemaweriyê û karmendên mafên girtî û hikumxwaran binpê dikin, îşkenceyê li wan dikin, birîndar dikin û dikujin, doz werin vekirin, dozên hatin vekirin biryar li ser bê dayîn û ceza li wan bê birîn.

- Girtîgeh li kontrola sivîlan bên vekirin.

- Hurmet ji mafên parastinê, parastina ji şîdetê, mafên tenduristî, ewlekarî, xwedîkirin, malbatê û parêzeran ên girtiyan re hurmet bê nîşandan û astengiyên li pêşiya têkiliya wan bi cîhana derve re bên rakirin.

- Ji ber ku şert û mercên tecrîdê yên 10 meh in tên birêvebirin li dijî mafên mirovan e, divê Girtîgeha Îmraliyê ya yek şexsî, ku li dijî mewzûata taybet e, bê girtin.

- Qanûna Înfazê ya Nû, li gorî nêrînên rêxistinên pispor ên pêwendîdar û rêxistinên mafên mirovan ji nû ve li gorî hiqûqa mafê mirovan bê guhertin.

- Girtîgehên jin û zarokan li gorî pîvana parastina rûmeta mirovan, ji nû ve bên sererastkirin.