Îdrîs Naîm Şahîn Mihrîcana Berxbirê qedexe kir

Îdrîs Naîm Şahîn Mihrîcana Berxbirê qedexe kir

Wezareta Navweyî ya Tirk 8'emîn Mihrîcana Çand, Hunerê û Zozanê Laleşê ya Berxbirê ku li navçeya Elkê ya Şirnecê bûye wekî kevneşopiyekê dê di 6'ê Tîrmehê de bihata lidarxistin qedexe kir.

Wezareta Navxweyî ya Tirk 8'emin Mihrîcana Çand, Huner û Zozanê Laleşê ya Berxbirê ku wekî kevneşopiyekê pêk tê, di 6'ê Tîrmehê de pêk bihata biryara qedexekirinê da. Mihrîcana ku 3 rojan pêk bihata dê li qontara Çiyayê Kato û Zozanê Laleşê pêk bihata. Wezîrê Naxweyî yê Tirk bi hinceta di salên berê de li dijî zagonan tevgeriyane qedewxe kir. Şaredarê Elkê Yusuf Temel, anî ziman ku li gel astengiyan amadekariyên wan ber bi dawî ve çûbû û wiha got: "Em dê li gel qedexe û astengiyan mihrîcanê pêk bînin.

Temel, anî ziman ku 7 salan wekî kevneşopiyekê li Çiyayê Katoyê Zozanê Laleşê mihrîcana Berxbirê pêk anîn û ji bo 8'emîn mihrîcanê xebatên xwe bedewam dikirin, lê walî ew asteng kirin. Temel, da zanîn ku li gel astengiyên walî niha jî Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn giştînameyek ji Walî re şand û mihrîcan qedexe kir. Wezaretê di 29'ê Hezîranê de Giştîname ji Walî re şand, lê Walî hêj nû biryarê ji mere dibêje. Walî bi hinceta di salên "2009-2010 û 2011'an de li dijî zagonan tev geriya ne biryara qedexebûnê da. Balkêş e Wezaretê bi hinceta mafê zagona 2011'an winda kiriye biryara qedexeyê da.