Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn ku hate Colemêrgê, piştî xwarina fitarê, dema xwest derbikeve li rastî xwepêşandana protestoyî hat. Polîsên Tirk jib o parastina Şahîn gule avêtin hewayê û pasevanên Şahîn ew xistin hundirê kargehekê.
Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn hat Colemêrgê û li otela Sîbarê bi cihbû. Şahîn di bin tedbîrên berfireh de hat Colemêrgê. Şahîn piştî xwarina fitarê çû navenda bajêr û li rastî protesto û nerazîbûnên gel hat. Polîsên Tirk ji bo girseyê belav bike, gule berda hewayê. Piştî dengên çekan, Şahîn reviya û xwe avêt hundurê kargehekê.
Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşê girseyê kirin. Wezîrê Tirk Naîm Şahîn di bin tedbîrên berfireh de bi wesayîta zirxî birin Walîtiyê. Her wiha, girseyê jî bi keviran bersiv da êrîşa polîsan. Pevçûnên di navbera gel û polîsên Tirk de berdewam dike.