Îdîaya sê kesên li Dêrsimê jiyana xwe jidest dayîn çepgirin

Îdîaya sê kesên li Dêrsimê jiyana xwe jidest dayîn çepgirin

Hate îdîakiri ku cenazeyên 3 kesên di pevçûna li Pulurê de roja borî jiyana xwe ji dest dan û tê îdîakirin ku gêrîlayên HPG'ê ne li nexweşxaneyê ji aliyê leşkeran ve hatin girtin û birin Qereqola Cendirmeyan ya Navendê.

Hate zanîn ku, cenazeyê 3 kesên yek jê jin di peçvûna li navçeya Pulurê ya Dêrsîmê jiyana xwe ji destan û tê îdîakirin ku gêrîlayên HPG'ê ne anîn Nexweşxaneya Pulurê. Cenazeyên duh serê sibê anîn nexweşxaneyê gotin dê bibin Meletî. Lê di demjimêr 14.00'an de ji aliyê leşkeran ve ji nexweşxaneyê hatin girtin. Cenazeyên heta derengî şevê li Qereqola Cendirmeyan hatin sekinandin careke din anîn nexweşxaneyê. Serê sibê careke din cenaze ji aliyê leşkeran ve ji nexweşxaneyê hatin girtin û birin Qereqola Cendirmeyan. Hate îdîakirin ku dê cenazeyan bibin Saziya Tipa Edlî ya Meletî yê.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin bidest xistin, 3 kesên jiyana xwe ji dest dan gêrîlayên HPG'ê nînin endamên rêxistinên din yên çepgirin.