Hate îdîakirin ku di pevçûna şevê din a li navçeya Gimgimê ya Mûşê de 3 gerîlayên HPG'ê dîl hatin girtin. Hate ragihandin ku ji 3 gerîlayan 2 birîndar in.
Li gorî agahiyan, şevê din li navçeya Gimgimê ya Mûşê pevçûn rû da û 3 kesên tê îdîakirin ku gerîlayên HPG'ê ne dîl hatin girtin. Hate zanîn ku ji 3 kesan yek jin e û 2 kes jî birîndar in. 3 kesên anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Gimgimê 2 kesên birîdar tên dermankirin. Hate îdîakirin ku 3 kesên hatin girtin ji Gimgimê ne û navên wan Leyla Sonkur (22) Ridvan Yavaş (22) û Serdar Gumgum (18) in.
Piştî pevçûnê li herêmê operasyoneke berfireh hate destpêkirin. Helîkopter jî piştgiriyê didin operasyonê