Îdiaya li Elkê 2 kes ji aliyê gêrîlayan ve hatin binçavkirin

Îdiaya li Elkê 2 kes ji aliyê gêrîlayan ve hatin binçavkirin

Hate îdîakirin ku li Bajaroka Mezra ya Elkê ya Şirnexê gêrîlayan maşîneyek aydî fîrmayek taybet şewitand û 2 kesên di maşineyê de jî desteser kirin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, şevê din di demjimêr 16.00'an de li Gundê Mutlucayê Bajaroka Mezrayê gêrîlayên HPG'ê maşîneyek fîrmaya taybet ku di ocaxa xîzê de dixebitîn dan ber agir û 2 kesên di maşînê de jî desteserkirin û li gel xwe birin. Piştî bûyerê bi beşdariya leşkeran û piştgiriya helîkopteran operasyon hate destpêkirin.