Hate îdîakirin ku helîkoptera tîpa Kobra yekîniya leşkerên li Girê ya çiyayê gundê Guzhişkê ya navçeya Elkê derketin operasyonê gulebaran kirine û 2 leşker birîndar bûne.
Li gorî agahiyên çavkaniyan; Şevê din yekîniya leşkerên li serê Girê ya çiyayê gundê Guzhişkê ya navçeya Elkê derketin operasyonê. Li gorî îdîayan, helîkoptera tîpa Kobra ya ku ji bo piştgirî bide leşkerên derket operasyone firiya hewirdar bêserûber gulebaran kirine û di ve gulebaranê de 2 leşker birîndar bûne. Hate hînbûn ku, operasyon berdewam dike û her du leşkerên birîndar bûn ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.