Îdîaya gerîlayan turîstek Îngilîz binçav kirin

Îdîaya gerîlayan turîstek Îngilîz binçav kirin

Hate angaştin ku gerîlayan li ser rêya Amed û Çewligê re kontrola rê kirine turîstekî Îngîlîz girtine bin çavan.

Hate angaştin ku gerîlayên HPG’ê şeva din seat nêzî 20.00'an di riya Amed û Çewligê nêzî Tabantepeyê rê li trafîkê girtine û kontrola nasnameyan kiriye. Hate angaştin gerîlayan agir bi wesayîtekî xistine û turîstekî îngîlîz girtine bin çavan. Hata diyarkirin ku gerîlayan bu 2 wesayîtên ku dest dane ser ji cihê bûyerê dûr ketine. Piştî kontrola rê ya gerîlayan ji aliyê leşkeran ve li herêmê operasyonekî berfireh hate destpêkirin.

Waliyê Amedê Mûstafa Toprak jî bi daxuyaniyekê bûyerê piştrast kir û diyar kir ku li herêmê operasyon hatiye destpêkirin.

Çavkaniyên HPG’ê der barê bûyerê de tu daxuyanî nedane.