Hat ragihandin ku li navçeya Şaxê ya Wanê du karkerên înşeata qereqola leşkerên Tirk ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî, li nêzî gundê Konalgoyê gerîlayan 2 karkerên di wesayîtekê de bûn girtin binçavan.
Gerîlayan ajotkarê wesayîtê serbest berda û her du karkerên din girtin binçavan. Çavkaniyên Tirkan jî diyar kirin ku li herêmê operasyona hatiye destpêkirin.