Hat ragihandin ku komeke gerîlayan di navbera navçeyên Çaldêrana Wanê û Bazîda Agiriyê de rê birîne û agir berdane 9 wesayîtên TIR.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bûyer demjimêr di 21.00 de li qewimî. Gerîlayan li nêzî çiyayê Tendurekê rê birîn û agir berdan 9 wesayîtên TIR. Ajotkarên wesayîtan jî bi meşê ji cihê bûyerê dûr ketin.
Hat diyarkirin ku rêya Çaldêran û Bazîdê hate girtin.