Îdîaya gelek girtî dê ji Girtîgeha Mûşê surgun bibin

Îdîaya gelek girtî dê ji Girtîgeha Mûşê surgun bibin

Serokê TUHAD-DER'a Mûşê Kiyasettîn Kirtan îdîa kir ku, li gorî agahiyên di destê wan de dê di rojên pêş de gelek girtî ji girtîgeha Mûşê surgun bibin.

Di demên dawî de malbatên ku xizmên wan di Girtîgeha Mûşê ya Tîpa E ji bo îdîayên dê girtiyên ji doza PKK'ê yê jin û mêr bên surgun kirin di nava fikaran de ne. Li ser îdîayan gelek malbat serî li TUHAD-DER'a Mûşê dan û alîkarî xwest. Serokê TUHAD-DER'a Mûşê Kiyasettîn Kirtan da zanîn ku, di demên dawî de îdîayên bi vî rengî zêde bûne û derbarê bûyêrê dê bikevin nava hewldanan. Kirtan diyar kir ku, li gorî agahiyên di destê wan de dê di rojên pêş de gelek girtî ji girtîgeha Mûşê surgun bibin. Kirtan wiha got:

" Ev yek me dixe nava fikaran. Tê zanîn di demên dawî de zextên li girtîgehan zêde bûne. Tecrîta li ser Birêz Abdullah Ocalan ya li Girtîgeha Îmraliyê her ku diçe zêde dibe û di girtîgehên din de jî polîtikayên çavtirsandin û zextan tê meşandin. Em dê li hemberî van pêkaninan her tim rawestin. Di serî de Wezareta Dadê em bang li hemû saziyan û rayagiştî li hemberî pêkanînên keyfî bi hestiyar tev bigerin."