Hate zanîn ku 2 kesên tê gotin gêrîlayên HPG'ê ne li gundê Zîkreş yê navçeya Milazgirê bêyî hişyariyê hatin qetilkirin û pişt re cenaze hatin gulebarankirin. Gundiyan diyar kir ku Cîhat Samî yê ku ji heman gund bi birîndarî hate girtin, gunduyan ew ji qetilkirinê xilas kir. Vê bûyerê, bûyera 7'ê cotmeha 2009'an ya li navçeya Ebexê ya Wanê ya ku xwendekarê Amadeyî Îbrahîm Atabey û 2 gêrîlayên HPG'ê hatin înfazkirin anî hişê mirovan.
Bûyereke weke bûyera di 7'ê cotmeha 2009'an de li gundê Kel yê navçeya Ebexê ya Wanê ya ku xwendekarê Amadeyî Îbrahîm Atabey û gêrîlayên HPG'ê Sunullah Kesercî (Sîpan) û Necmeddîn Ahmed Hasan (Necmî Afrîn) hatin înfazkirin li navçeya Milazgirê ya Mûşê jî pêk hat. Hate gotin ku, di 27'ê Pûşperê de li mezraya Quçereş ya gundê Zîkreşê yê navçeya Milazgirê 2 kesên tê gotin gêrîlayên HPG'ê ne bêyî hişyariyê hatin gulebarankirin û pişt re leşker çûn cem cenazeyan û cenaze careke din gulebaran kirin. Di heman pevçûnê de Cîhat Samî yê ku nêzî mehekê ye tu agahî jê nadihatin girtin piştî gundî ketin navberê bi saxî hate girtin. Hate zanîn ku, di roja bûyerê de di demjimêr 16.00'an de bi tevlîbûna gelek leşker û helîkopteran li hemberî gund operasyon hate lidarixistin û gêrîlayên HPG'ê dixwastin ji gund derbikevin 200 metre dûrî gund hatin qetilkirin û Cîhat Samî jî bi saxî hate girtin û pişt re bi bavê wî Mustafa Samî jî hate binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan ya Milazgirtê.
Dayîka Cihat Samî, Ayşe Samî, diyar kir ku mehek tu agahî ji zarokê xwe nedigirtin û wan texmîn dikir ku tevlî HPG'ê bû. Ayşe Samî, anî ziman ku kurê wê di 27'ê Pûşperê de hêj roj nehilatî bi 2 hevalên xwe re hate malê. Ayşe Samî, da zanîn ku piştî demekê li malê man saet di 16.00'an de li gund operasyon pêk hat û wiha got: "Piştî nîvro bi tevlîbûna gelek leşkeran li gund operasyon hate lidarxistin. Kurê min û hevalên xwe ji gund derketin û pevçûnê dest pê kir. Em hînbûn ku 2 gêrîlayên HPG'ê 200 metre dûrî gund hatin qetilkirin. Kurê mîn ji li wir bû û gundiyan kurê min dorpêçkirin destûr nedan bê kuştin. Bi vê yekê sax hate girtin. Pişt re Cîhat û bavê wî Mustafa Samî ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin."
'CENAZE GULE BARANKIRIN'
Apê Cihat Samî Ahmet Samî jî diyar kir ku roja pevçûnê li gund bû û dema leşker hatin gund HPG'iyan xwest ku ji gund derbikevin lê bêyî hişyariya gulebaran kirin û wiha got: "Dora gund ji aliyê leşkeran ve hatibû girtin. Dema ku gêrîlayên HPG'ê xwestin ku ji gund derbikevin pevçûn pêk hat û 2 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Biraziyê min ê ku xwe di nav keviran de veşarî piştî gundî ketin navberê bi saxî hate girtin. Leşker piştî nêzî 2 cenazeyan bûn jajorên xwe li ser cenazeyan vala kirin."
Cenazeyên gêrîlayên HPG'ê şandin Meletî û Mustafa Samî û kurê wî Cihat Samî hatin binçavkirin û birin Fermandariya Cendirmeyan ya Milazgirê.
BÛYERA ÎBRAHÎM ATABAY
Li gundê Kel ê navçeya Ebexê ya Wanê di 7'ê cotmeha 2009'an de leşkeran bi ser gund girtibû û 2 gêrîlayên HPG'ê û xwendekarê lîsê Îbrahîm Atabey piştî bi saxî hatin girtin ji aliyê tîmên taybet ên bi cilên sivîl ve hatibûn qetilkirin. Piştî bûyerê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê rapora amade kir aşkera kir û diyar kir ku 3 kes hatin înfazkirin ji raya giştî re aşkera kir. Di 23'ê gulana 2012'yan de piştî 2 sal û 7 meh bi ser bûyerê re derbas bû 13 leşkerên di nav de serhet, serdar û çawişên pispor heyî hatibûn girtin lê li ser îtîrazê ji bîlî Fermandarê Alaya Cendirmeyên Wanê yê teqawîtbûyî Serheng Vecîhî Halîl Îyîgun yên din serbest hatin berdan.