Îdîa hatin pûçkirin lê Atabay hê jî girtî ye
Îdîayên li ser Hevşaredara Ebexê Atabay hatin pûçkirin lê dîsa jî girtî ye.
Îdîayên li ser Hevşaredara Ebexê Atabay hatin pûçkirin lê dîsa jî girtî ye.
Hevşaredara Ebexê ya DBP'yî Sûna Atabat nêzî 2 meh in bi awayekî derhiqûqî girtî ye.
Di dîroka ku tê îdîakirin de, her çendî belgeyên nivîskî şandin ku ew Stenbolê bûye, vê carê dadgehê ji ber sedema parvekirinên medyaya civakî, bi hinceta ku ‘propagadanya rêxistinê kiriye’ biryara girtina wê da.
Atabay li ser biryara girtina wê, ji bo ku îfadeyê bide çû Midûrîyeta Emniyetê ya Wanê. Atabay piştî îfadeyê ji hêla Dozgeriya Komarê ya Wanê ve bi xwestina ku were girtin, şande dadgehê.
ÎFADEYA ŞAHIDÊ VEŞARTÎ BI DELÎLAN HATE DEREWANDIN
Dozgeriyê û dadgehê xwe sparta îfadeya şahidê veşartî û îdîa kirin ku Atabay 2014’an çûye Çiyayê Tendurekê û bi PKK’yiyan re rûniştiye. Li ser vê Atabay bi delîlan ispat kir ku wê demê ew li Stenbolê bûye. Atabay piştî ku biletên çûn û hatina Stenbolê ya wê dîrokê nîşan da û îmzeyên wan ên fermî da dadgehê, delîl ketin.
Lê şandeya dadgehê ya ku dîsa qanih nebûyî, vê carê jî ji ber parvekirina medyaya civakî, îdîa kir ku propagandaya rêxistinê kiriye. Atabay her çendî ispat kir ku hesabên medaya civakî yên ku ew behsê dikin ne yên wê ne û li ser navê wê hatine vekirin jî, dadgehê bi hinceta propagandayê biryara girtina wê da. Li gel ku têkildarî Atabay ti delîl nîn in jî ev 2 meh in li Girtîgeha Sîncanê girtiye û tê gotin, biharî wê îdîanamaya wê were amadekirin.
PARÊZER FIRTINA: TIŞTEKÎ BI NAVÊ HIQÛQÊ NEMA YE…
Parêzerê Atabat Kutbettîn Firtina li ser mijarê got: "Me li dadgehê hemû delîl pûç kirin. Lê dîsa jî biryara girtinê dan. Weke hinceta girtinê jî 'şupheya revê' dane pêş. Lê Atabay bi xwe çû qereqolê û îfade da. Keseke wiha wê bireve? Ji ber ku li holê hiqûq nîn e, hûn li dadgehê delîlan pûç bikin jî bê fêde ye. Muwekîla min Atabay bê sedem ev bi mehan e ku girtî ye."