Hunermend û rojnamevan Îsmaîl Geylanî wefat kir

Hunermend û rojnamevan Îsmaîl Geylanî wefat kir

Duh (07.07.2012) pêşkêşkarê tvyê, rojnamevan û hunermendê Kurd, Îsmaîl Geylanî ji ber krîzê wefat kir.

Di wê derbarê de rêveberê Nexweşxaneya Soranê Dr. Meqsûd, ragihand: ''Demjimêr 20:45 şevê, piştî ku Geylanî gihandin nexweşxaneyê, wefat kir.” Dr. Meqsîd, li gor raporên pijîşkên dadê, sedemên wefata Geylanî kirîz ragihand.

Heyamek beriya niha, di encama bûyereke şewatê de li Libnanê %20 laşê Geylanî şewitîbû û ji bo çareseriyê di mal de dima.

Îsmaîl Geylanî kurê şêx Dîno û neviyê Seyîd Tahayê Şemzînî bû, ku piştî têkçûna şoreşa Şêx Ubeydullayê Nehrî, malbata wan li Başûrê Kurdistanê bi cîh bibûn.

Geylanî, çendîn salan di radyoya Kurdiya Bexdayê de pêşkêşkarê bernameyên hunerî û çandî bûye û piştre di televîziyona Kerkûkê de heman kar berdewam kiriye. Di salên dawiyê Geylanî di Zagros TV yê de, pêşkêşvaniya çend bernameyan dikir.

Piştî tekçûna hikumeta Baas, Geylanî bi serê xwe çûbû Bexdayê û hemû arşîva radyoya Kurdî anîbû Kurdistanê.