Krîza di navbera Hukûmeta Herêma Kurdistanê û hukûmeta Navendî ya Iraqê de her ku diçe kûrtir dibe. Hukûmeta Nûrî El Malikî nunertiya Hukûmeta Hêrêma Kurdistanê ya li Bexdayê girt, bi vî awayî krîz gihişt asteke bilindtir. Hevpeymaniya Kurdistanî aşkere ku girtina nûnertiya Herêma Kurdistanê li Bexdayê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve karekî ne qanûnî ye û ev rewşa were zelalkirin. Barzanî jî careke din da zanîn ku mafê serxwebûnê mafe xwezayî ye.
Krîza di navbera hukûmetên Herêma Kurdistan û Iraqê de kûrtir bû. Hukûmeta Iraqê duh biryar da ku nunertiya Hukumeta Herêma Kurdistanê bi hinceta nebûna belgeyeke fermî bigire. Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê destnîşan kir ku hemû belgeyên yasayî hene û nivîsgeh li pey biryara dîwan û bi îmzeya Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî vebûye. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji kanala El Ezîre beşa Înglîzî re axivî û destnîşan kir ku mafê serxwebûnê xwezayî ye.
Endamê Hevpeymaniya Kurdistanî Muhsin Seidûn Di daxuyaniya ad Aknewsê re got; "Girtina nûnertiya Herêma Kurdistanê li Bexdayê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve karekî ne qanûnî ye, ji ber ku ew ne niha vebûye” û ji Bexdayê xwest ku vê rewşê zela bike. Seidûn diyar kir ku ew niha di pişûya fermî de ne û dema ew vegerin dê bi nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Îhsan re mijarê gotûbêj bikin.
Nivîsgeha Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê sala 2005ê piştî serdana Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî bo Hewlêrê vebû û ji wê demê karê xwe bi asayî didomîne û karê wê peywendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîna da El Cezeyîreyê de diyar kir ku serxwebûn mafek rewa ye û got; “Bê guman doza gelê me gelek gelek pêş ve çûye. Nikarim ret bikim ku em hê jî rûbirûyê gelek zehmetiyan dibîn. Ez dikarim bi rehetî bibêjim Kurd wê qonaxa di binêrîşan de derbas kir. Ne mumkîne ji bo me wekî gelek em qebûl bikin ji hemû destkeftên bi dest hatine paşvekêşiyê lê bikîn.”
Barzanî bal kişand ser çekên artêşa Iraqê kiriye û got; “Ji aliyê me ve, balefirên F-16 tu cûdahiyeke xwe tûne li gel MIG19 û MIG21. Me van dîtiye li dijî me hatine bikaranîn. Me tank û top û çekên din dîtiye li dijî gelê me hatine bikaranîn. Me dîtiye hêzên serbaziyên mezin li dijî gelê me hatine bikaranîn. Em ji wê natirsîn. Yên em jê ditirsîn ew eqliyete ku ji bo çareserkirina kêşeyan hê jî bawerî bi bikaranîna balefir û top û tanke. Em bawer nakin ev pirsgirêk çareser bike. Ev rêyek şaş e.”
Ji aliyeke din yek ji krîzên sereke yên di navbera Hewlrê û Bexdayê de pirsgirêka petrolê ye. Şîrketên mezin ên lêgerîna petrolê li ser hukûmeta Bexdayê re baz didin û berê xwe didin Başûrê Kurdistanê. Piştî Chevron û Exxon Mobil ên DYA’yê, şîrketa mezin a FrensîTotal û Gazprom Neft a Rûsan bi hikûmeta Başûrê Kurdistanê re peyman mor kirin. Li hemberî hemû gef û hewldanên hukûmeta Bexdayê, lê ev şîrketên mezin Başûrê Kurdistanê çêtir dibînin.
SEDEMÊN TERCÎHKÝRÝNA ŞÎRKETÊN GLOBAL YA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
Ji ber zêdebûna rezervên petrola Iraqê ligel ku rewatiya navnetewî dikişîne jî şîrketên enerjiyê yên Global dixwaze bi Rêveberiya Herêma Kurdistanê re li vir bixebite. Li gorî analîzên enerjiyê du sedemên vê hene. Ya yekemîn polîtîkayên enerjiyê yên rêveberiya Bexdayê û polîtîkayên ji bo pêkanîna enerjiyê ya ku ji bo lêgerîna meşruiyet û serbixwebûna aboriyê ya Başûrê Kurdistanê tên pêk anîne. Hikûmeta Bexdayê dema bi şîrketan re peymanan çêdike para xwe zêde digire. Her wiha li herêmên Ereb xebat hem zehmete û hem jî bê ewlehî ye. Ji ber vê jî kes naxwaze li Bexdayê bixebite. Mînak di meha gulanê de îhaleyên li 12 qadan hatiye vekirin, gelekên wan vala derbas bûn û tenê ji bo 4 qadan serlêdan pêk hatin. Şîrketan eleqe nîşan nedan.