HSD li Şedadê derba mirinê li çeteyan dixe
Bi pêngava "Hêrsa Xabûrê" ya HSD'ê li hemberî yek ji navendên çeteyan da destpêkirin re, bala her kesî careke din zîvirî ser herêmê. Şedadê ji aliyê dîrokî, stratejîk, siyasî û jeopolîtîk ve girîng e.
Bi pêngava "Hêrsa Xabûrê" ya HSD'ê li hemberî yek ji navendên çeteyan da destpêkirin re, bala her kesî careke din zîvirî ser herêmê. Şedadê ji aliyê dîrokî, stratejîk, siyasî û jeopolîtîk ve girîng e.
Bi pêngava "Hêrsa Xabûrê" ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li hemberî yek ji navendên çeteyan da destpêkirin re, bala her kesî careke din zîvirî ser herêmê. Şedadê ku bi 65 kîlometreyan li bakurê Hesekê ye, rêgeha bingehîn a çeteyên DAIŞ'ê ya di navbera Mûsil û Reqayê de ye. Şedadê ji aliyê dîrokî, stratejîk, siyasî û jeopolîtîk ve girîng e.
Xwedî çavkaniyên dewlemend ên petrol û gaza xwezayî ye. Şedadê di navbera herêmên Cizîr û Dêra Zor de cih digire. Tê zanîn, çete petrola ev demeke dirêj e ji Şedadê derdixînin, di ser Reqa û Mûsilê re difiroreş dewleta Tirk.
Ji ber van hemû taybetmendiyên xwe, Şedadê ji bo çeteyên DAIŞ'ê û hêzên palpiştiyê ji van çeteyan re dikin, xwedî girîngiyeke stratejîk û taybet e. Bi pêngava "Hêrsa Xabûrê" ya HSD'ê re wê li Şedadê derba mirinê li çeteyên DAIŞ'ê bikeve.
JI BO ÇETEYAN ÇIMA GIRÎNG E?
Şedadê ya li bakurrojhilatê dewleta Sûriyeyê ye, yek ji bajarên herî stratejîk ên nêzî sînorê Iraqê ye. 65 kîlometre li bakurê wê bajarê hesekê û bajarokê Arîşe hene. Li başûrrojavayê wê Dêrazor û bajarokê Ergene, li rojhilatê wê jî sînorê Iraqê heye.
Tevî ku Şedadê bajarê Kurdan e jî, ji ber neteweperestiya etnîkî û polîtîkaya Erebkirinê ya rejîma Baas, nifûsa Kurdan kêm bûye. Her çend niha piraniya nifûsa xwe Erebên ji eşîra Cîborî jî be, beriya dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê Kurdên Sûnî û Kurdên Êzidî jî lê hebûn.
Li vî bajarî ku berê çandinî û sewalkarî çavkaniya debarê bû, piştî ku petrol û gaz lê hat dîtin, rewşa wê ya aboriyê guherî. Beriya destpêkirina şerê li Sûrieyyê, ji mezintirîn çavkaniyên petrolê li Şedadê bûn.
Dewleta Sûriyeyê petrola ji Şedadê derdixist, dibir herêmên hundirîn ên weke Hûms û li vê derê febrîqeya gazê ava kir. Yek ji mezintirîn febrîqeya dagirtina gaza tup a Sûriyeyê li Şedadê ye. Û bi pêngava HSD'ê re niha ev febrîqe ji çeteyan hatiye paqijkirin.
Di navbera dewletên Sûriye û Iraqê de yek ji cihên girîng ê sînor ê ji aliyê çeteyan ve hatiye dagirkirin, Şedadê ye. Ji ber çavkaniyên dewlemend û girîngiya stratejîk, çeteyan li vir şerekî dijwar kir. Ji bihara 2013'an û vir ve di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ye.
DERBA MIRINÊ LI ÇETEYAN DIKEVE
Şedadê tevî çavkaniyên xwe yên dewlemend ên petrol û gazê di heman demê de di navbera Reqa û Mûsilê de navendeke jiyanî ye ji bo çeteyên DAIŞ'ê.
Rêya navneteweyî ya navbera Mûsil û Reqayê di ser Şedadê re derbas dibe. Lewma çeteyên DAIŞ'ê çek û cebilxaneyên li Mûsilê ji artêşa Iraqê bi dest xist, di ser Şedadê re derbasî Sûriyeyê kir, bi wan re êrîşî Rojava û Kobanê kir. Bi rizgarkirina vê derê re di heman demê de wê têkiliya navbera Reqa û Mûsilê were birîn.
Çete petrola li Şedadê derdixîne, di ser xeta Mûsilê re di ser Başûrê Kurdistanê-PDK û xeta Reqa-Cerablûsê re difiroşe Tirkiyeyê. Bi hatineyên ji petrolê re çete çek û cebilxaneyan dikirin û pê li Rojava û Sûriyeyê şer dikin.
ESÎRÊN ŞENGALÊ LI VÊ DERÊ HATIN FIROTIN
Şedadê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hem weke xeta derbasbûnê ya hundirîn, hem jî weke yek ji baregehên bingehîn hat bikaranîn. Bi taybetî piştî dagirkirina Mûsilê hêz ji vê derê ber bi Kobanê û gelemperiya Rojava hat şandin, ji bo êrîş bikin.
Çeteyên DAIŞ'ê, mirovên di dema dagirkirina Şengalê esîr girtin, anîn vê derê û ji vir belavî cihên din kirin. Jin û zarokên Şengalî yên esîr girtin, di destpêkê de anîn Şedadê û li bazarên li vê derê firotin û şandin cihên din.
Bi kurt û kurmancî, azadiya Şedadê wê çeteyên DAIŞ'ê bigihîne ber tinebûnê. Ev yek wê ji bo demokrasiya Sûriyeyê destketiyek, ji bo hêzên hesaban li ser çeteyan dikin jî windahiyek be.