HPG’yiyê girtî yê nexweş Beyzapîrînç ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin

Cenazeyê Ramazan Beyazpîrînç ê bi birîndarî hatibû girtin û 5 mehan nehat dermankirin û jiyana xwe ji dest da li navçeya Sêweregê bi merasîmêkê hate definkirin.

Cenazeyê Ramazan Beyazpîrînç ê bi birîndarî hatibû girtin û 5 mehan nehat dermankirin û jiyana xwe ji dest da li navçeya Sêweregê bi merasîmêkî ve hate definkirin. Bİrayê Beyazpîrînç, Orhan Beyazpîrînç got ku gotina dawî ya birayê wî "rêxistin rêxistin" bû.

Cenazeyê Ramazan Beyazpîrînç (Welat Talozek) ê HPG'î yê di 14'ê Cotmeha 2015'an de li Wanê di pevçûnekî de bi birîndarî hatibû girtin û 5 mehan nehat dermankirin û heri dawî li Enqereyê nexweşxane bi nexweşxane hate gerandin jiyana xwe ji dest da, li navçeya Sêweregê bi merasîmêkî ve hate definkirin. Cenazeyê Beyazpîrînç duh piştî otopsiyê anîn Amedê û ji wir jî birin Sêweregê û li vir kirin morga Goristana Asrî. Serê sibehê girseya ku di nav de parlamenterên HDP'ê Îbrahîm Ayhan û Dîlek Ocalan, Hevserokê TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz jî hebû li ber morga goristanê kom bûn. 

OCALAN: HATE ÎNFAZKIRIN

Li vir piştî ku wecîbeyên olî hatin bicihanîn cena bi dirûşmên "Şehîd namirin" "Bijî Serok Apo" ve heta cihê ku hate definkirin birin. Piştî cenaze hate definkirin rêz hate girtin. Li vir parlamenter Dîlek Ocalan axivî û got ku Beyazpîrînç 5 mehan nehat dermankirin û terkî mirinê hate kirin, hate înfazkirin. Ocalan anî ziman ku bi kuştinê ve gelê Kurd naqede û wiha got: "Divê di demeke kin de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji bo aştiyê muzakere bê destpêkirin."

GOTINA WÎ YA DAWÎ'RÊXISTIN' BÛ

Piştre parlamenter Îbrahîm Ayhan axivî û destnîşan kir ku Beyazpîrînç di doza xwe ya mafdar de hatiye qetilkirin û astengkirina mafê wî yê dermankirinê înfaz e. 
Birayê Beyazpîrînç, Orhan Beyazpîrinç jî got ku birayê wî bi nêzîkatiya dijnimatî hatiye qetilkirin. Beyazpîrînç derbirî ku tunekirina bedenê rehet û wiha axivî: "Em bi fikrên xwe ve li ser piyan e. Nikarin tune bikin. Ev roj jî wê derbas bibin û em ê bi ser ekvin. Şehîd herî dawî gotinek ji min re kiribû. Ew jî rêxistin bû. Em ê jî li gorî wesiyeta wî xwe rêxistin bikin û bi ser kevin."