Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê peyamek pîrozbahiyê ji bo gerîlayên beşdarî “tevgera şoreşgerî” ya di 4’ê tebaxê de li Çelê hat destpêkirin weşand. HPG’ê ragihand ku vê yekê nîşan da ku tu teknîk û qereqolên “dijmin” nikarin xwe li ber gerîlayan bigirin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê ji bo operasyona gerîlayan a li Çelê ya bi navê “Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Arjîn û Mahîr Başkale” peyameke pîrozbahiyê weşand û got; “Ji ber serkeftina we ya di Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Arjîn Garzan û Mahîr Başkale ya li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî we pîroz dikin û li benda berdewama wê ne.”
Di peyamê de ev tişt hatin gotin: “Gêrîlayên me ku li dijî zilma AKP’ê ya dide meşandin bi vê operasyona serkeftî hêz û qabîliyeta xwe nîşan daye, her wiha di plansaziyê de bi ziravî û xulikkarî, di pêkanînê de jî bidîsîplîn û rêxistinî tevger kiriye. Hêzên gêrîlayan daye çespandin ku, tu hêz û teknîkên dijmin û qereqolên wekî qeleyan nikarin xwe li hember hêzên gêrîlayan bigirin.
Şehîdên me yên qehreman hevalên Delîl, Zinar, Jîn, Viyan, Brusk, Evîndar, Argeş, Firat, Baran, Botan, Zerdeşt, Karwan, Şahîn û Şiyar ku di serkeftina vê berxwedana bi wate de bi giyanek mezin yê êrîşê, cesareta Apoyî û biryardariyê di vê rê de rolek mezin lîstine, em wan bi rêzdariyek mezin bi bîr tînin û em careke din soza girêdana di rêya van qehremanane de nû dikin.
Di vê qonaxa girîng ya tekoşîna me de, bi zêdebûn û pêşketina serkeftinên me, dê giyanê hemû şehîdên me şad bike û ji bo gelê me dê bibe çavkaniyek mezin ya moralê. Her wiha di bingehê Şerê Gel yê Şoreşgerî de ku em niha di nav de ne dê rêya azadiya Rêber Apo û gelê me vebike.”