Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê der barê navçeya Şemizînan a ku 5 roj in di bin kontrola gerîlayan de daxuyaniyekê da û got; “Îro li Şemzînanê bi hezaran leşker û bi sedan gerîla di nava pevçûnê de ne, li dijî qadeke bi tank, top, obus, balefir û bi helîkopteran cardin her cure teknolojî tê bikaranîn” û diyar kir ku Şemizînan bûye qada şer.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê der barê şer û pevçûnên dijwar ên li navçeya Şemizînan a Colemêrgê de daxuyaniyek berfireh da û destnîşan kir ku Şemizînan qadek a şer e.
ÊRÎŞ BI BERXWEDANÊ HATINE ASTENGKIRIN
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Hêzên Parastina Gel di 24'ê Tîrmehê de li Şemzînanê tevgereke berfireh dane destpêkirin. Gerîlayên me di 23 û 24'ê Tîrmehê de li ser riya Şemzînan-Gerdiyayê du rojan rê kontrol kirine” û wiha berdewam kir; “Li dijî artêşa dagirker a tirk ên ji çar aliyên xwestine gerîlayên me dorpêç bikin, di 24'ê Tîrmehê de tevgerek hatiye destpêkirin. Di çarçoveya vê tevgerê de Tûgaya Şemzînanê, Alaya Garê û yekîneyên bi tevger ên di eraziyê de bûne hedefên gerîlayên me. Hewldanên mudaxeleyê yên artêşa dagirker a tirk xwestiye ji bejahî bike, paş de hatine vegerandin. Êrîşên hewayî jî bi berxwedanî hatiye astengkirin.
ŞERÊ LI HERÊMÊ HÎN JÎ BERDEWAM DIKE
HPG’ê got; “Dewleta mêtinger a otorîteya wê li herêmê hejiyaye, di tevahiya 4 rojan de bi hewan, obus, tank, balefiran bi dijwarî li dijî herêmê bombebaran kiriye, bi vî rengî xwestiye serweriya xwe li vê herêmê cardin saz bike. Li beramberî gerîlayên me nekarî bi serbikeve, beramberî vê li dijî gundên Nehrê, Bêgirdê, Navrêza, NÎrkola, Robînos, Girê Konserve, Genîştepe, Girê Karker û quntarê wê bi balefirên şer, top û obusan bi dijwarî hatiye bombebarankirin. Li van gund û mezrayên navborî de zevî û rezên gundiyan zirar dîtiye herweha gelek sewalên wan jî telef bûye. Şerê li herêmê hîn jî berdewam dike.”
ÇAPEMENIYA TIRK DEREWAND
Fermandariya HPG’ê diyar kir ku hikumeta AKP'ê gelek caran behsa şerên li Sûriyeyê û gelek deverê din dike, li van deran behsa berxwedana gelan dike, lê li beramberî vê jî Gelê Kurdistanê bi her cûre çek û bikaranîna teknîkê dixwaze berxwedana wan têk bibe û got; “Ev pêvajoya şer a tenê di roja duyemîn de 30 leşkerê dijmin hatibû kuştin û 4 gerîlayên me gihîştibû şahadetê, ji aliyê artêşa dagirker a tirk hêza çapemeniyê jî hatiye bikaranîn û xwestine rastiyên li vir ji raya TÝrkiyê û cîhanê veşêrin. Di beşên tên dayîn de jî dixwazin rastiya berovajî bikin û yên wendahiyên mezin didin wek ne artêşa tirk e, gerîlane nîşan bide û bi rengî dixwaze raya giştî bixapîne.”
HPG’ê destnîşan kir ku Şemîzînan qaqek a şer e û ev agahî da; “Îro li Şemzînanê bi hezaran leşker û bi sedan gerîla di nava pevçûnê de ne, li dijî qadeke bi tank, top, obus, balefir û bi helîkopteran cardin her cure teknolojî tê bikaranîn. Bi xwe li navenda Şemzînanê Tûgaya Şemzînanê û Alaya Garê ev du roj in di bin kontrola gerîlayan de ye û tê lêdan. Hêzên dagirker hema li hemû herêmê li ku ketibe nava tevgerê li wir gerîlayên me bersiv dane wan. Ev şerê li herêmê hîn jî bi rengê cûda berdewam dike.”