Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê teqîna di 29’ê hezîranê de li navçeya Elkê ya Şirnexê pêk hat û têde cerdevanek mir û 4 birîndar bûn, de daxuyaniyek da û diyar kir ku têkiliya wan bi bûyerê re tune ye.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê daxuyand ku tu têkiliya wan bi teqîna li Elkê re tune ye û ev agahî da :
“ Di 29'ê Hezîranê de liş navçeya Beyşebaba Şirnexê li nêzî Gundên Govaniş û Bilbesê ji aliyê artêşa dagirker a tirk opersayonek hatiye destpêkirin. Di 30'ê Hezîranê de danê sibê li nêzî herêma Mila Xankê cerdewanên ji aliyê artêşa dagirker a tirk dane pêş, pê li mayina artêşa tirk vedaye kiriye. Di encama teqîna mayinê de cerdewanek jiyana xwe ji dest daye, 4 cerdewan jî birîndar bûye.
Me weke hêzeke îmze avêtiye Peymana Mayina Dij-Personelî tu têkiliya me bi vê bûyerê çênabe, herweha ev bûyer ji bo gundiyê herêmê li dijî me were sorkirin ji aliyê dijmin ve hatiye lidarxistin. Cerdewan bi zanebûn bi ser mayinan ve ji aliyê dijmin ve dane meşandin.”