Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê operasyonên li sêgoşeya Amed, Mûş û Çewlikê hatin destpêkirin de daxuyaniyek da û got; “Ev operasyona berdewam dike jiyana 6 cerdewan û serokê bajarê Pasûr ên ji aliyê gerîlayên me ve hatibû girtin û lêpirsînê wan berdewam dike dixe xeteriyê”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ji ber operasyona li sêgoşeya Amed, Mûş û Çewlikê hatiye destpêkirin, hişyarî da û got; “ev operasyonên li ser navê rizgarkirinê bi armanca tunekirinê tên lidarxistin. Divê xizmên van kesan û raya giştî ya demokratîk di vê mijarê de bihîstyar tevbigerin.”
HPG’ê di daxuyaniyê de got; “Di 12'ê Gulanê de li dijî sêgoşeya Çewlik, Mûş û navçeya Pasûra Amedê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di 20'ê Gulanê ji danê êvarî heta 21'ê Gulanê danê serê sibê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîıkopterên kobrayan û tankan herêm hatiye bombekirin.”
HPG’ê ev hişyarî da; “ Operasyonên van herêman hîn jî berdewam dike. Herweha operasyonên li Başûrê Mûşê, herêma Şehîd Remzî ya Amedê, Çewlik û Bedlîsê berdewam dike jiyana 6 cerdewan û serokê bajarê Pasûr ên ji aliyê gerîlayên me ve hatibû girtin û lêpirsînê wan berdewam dike dixe xeteriyê. Bi vê ve girêdayî divê were zanîn ku ev operasyonên li ser navê rizgarkirinê bi armanca tunekirinê tên lidarxistin. Divê xizmên van kesan û raya giştî ya demokratîk di vê mijarê de bihîstyar tevbigerin.”