Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku muteahîdê bi navê Adem Ekelek ê ji aliyê gerîlayan ve hatibû binçavkirin soz daye ku “careke din hevkariya dijminan neke” serbest hatiye berdan.
Muteahîdê bi navê Adem Ekelek yê ku hefteya borî roja Çarşemê li Çemê Aksû ya navçeya Pulura Dêrsîmê ji gerîlayan ve hatibû binçavkirin, serbest hate berdan. Ekelek ê ku li Dersîmê çêkirin û tamîrkirina qereqolan de dixebitiya îro piştî nîvro serbest hate berdan