HPG: Me Huseyîn Aygun binçav kiriye

HPG: Me Huseyîn Aygun binçav kiriye

HPG’ê di daxuyaniya der barê binçavkirina Parlementerê CHP’ê Huseyîn Aygun de daxuyaniyek û got; “Parlementerê CHP’ê Huseyîn Aygun hatiye binçavkirin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku Parlementerê CHP’ê Huseyîn Aygun ji aliyê gerîlayan ve hatiye binçavkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Di 12’ê tebaxê de li ser rêya di navbera Dêrsim û Pulurê Parlementerê CHP’ê Huseyîn Aygun ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin. Piştî vê bûyera binçavkirinê, artêşa dagirker a Tirk li geliyê Sal, herêmên Vengê û Tûrnûwayê yên navçeya Pulurê dest bi operasyonê kiriye. Ev operasyona hatiye destpêkirin, ewlehiya jiyana Huseyîn Aygun dixe xeteriyê. Divê di serî de CHP û hemû raya giştî vê yekê bibînin û van operasyonan bidin rawestandin.”