HPG: Li Wan û Colemêrgê 3 leşker hatin kuştin

HPG: Li Wan û Colemêrgê 3 leşker hatin kuştin

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ragihand ku di encama pevçûnên li Colemêrg û Wanê qewimîn de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Di daxuyaniy nivîskî ya Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê de hat gotin; “Di 12'ê Hezîranê de di saet 15.00'an de di navbera navçeyên Şemzînanê û Geverê yên Colemergê li nêzî nûqteya Nêrdûşê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşker hate kuştin, wesayitek jî hate derbekirin. Piştî pevçûnê operasyona li herêmê hate destpêkirin danê êvarî paş de vekişiyaye.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 13'ê Hezîranê de di saet 17.00'an de li navçeya Elbaka Wanê li nêzî qereqola Xalkawayê “di navbera gerîlayên me û leşkerê dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de leşkerek hate kuştin leşkerek jî birîndar bûye.”

LI DIJÎ HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ ÊRÎŞ

Her wiha di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Ji 13'ê Hezîranê û vir ve him bi roj him bi şev li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Geliyê Zap, Ertûş û Cîloyê Biçûk ên bi ser navçeya Çelê ya Colemergê û li dijî Çiyayêreş a bi ser Şeladizêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin. Bombebaranê li herêmê hîn jî berdewam dike. “