HPG: Li Şirnex, Colemêrg û Hatayê 7 leşker hatin kuştin

HPG: Li Şirnex, Colemêrg û Hatayê 7 leşker hatin kuştin

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya da de ragihand ku di encama şer û pevçûnên li navçeya Elkê ya Şirnexê 3, li Şemizînana Colemêrgê 2, li Îskenderûna Hatayê jî 2 , bi giştî 7 leşker hatine kuştin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 12'ê Tîrmehê de di saet 09.00'an de li herêma Ûmûtlûya Mereşê li dijî karwaneke artêşa dagirker a tirk ên derdikevin operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke zirxî hatiye rûxandin. Hejmara kuştî û birîndara jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer li gel Wesayîtên Hewayî yên bê Mirov WHB'yan firiyane.”

LI ELKÊ 3 LEŞKER HTIN KUŞTIN

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Di 12'ê Tîrmehê de di saet 18.50'an de li navçeya Beyşebaba Şirnexê li nêzî Girê Gonê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 3 leşker hate kuştin, 2 leşker jî birîndar bûye. Dijmin kuştî û birîndarê xwe bi transîtan bi piştgiriya helîkoptera skorskyan ji herêmê dûr xistiye.”

LI COLEMÊRGÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di 13'ê Tîrmehê de di saet 14.30'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li nêzê tabûra Garê di navbera gerîlayên YJAStarê û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiy,di encama vê pevçûnê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kir ku di 13'ê Tîrmehê de di saet 23.30'an de li navçeya Şemzînana Colemergê di navbera Qereqola Mawa û herêma Bêgitmê dozerek di xebata çêkirina riyên leşkerî de kar dike ji aliyê gerîlayan ve bi şewitandinê hatiye rûxandin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “13'ê Tîrmehê de li navçeya Beyşebaba Şirnexê operasyona li Kato Jîrkayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatibû destpêkirin hîn jî berdewam dike.”

LI ÎSKENDERÛNÊ 2 LEŞKER HATINE KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê pevçûna li Îskenderûnê de jî ev agahî da; “9. Di 14'ê Tîrmehê de di saet 01.00'an de li navçeya Îskenderûna Hatayê li nêzî Gundê Akarca yê bi ser Bajaroka Sarisekiyê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de li gor destnîşanên destpêkê 2 leşker hatiye kuştin, hejmara birîndaran jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 11'ê Tîrmehê de di saet 20.00'an de keseke di encama komployekê de di 3'ê Gulana 2012'an de di şehadeta rêhevalê me Beşîr - Orûç Ay de cîh girtiye û bi emniyetê re di nava hevkariyê de ye di navbera gundê Umûrlû û navçeya Goksunê keseke dema hevalên me xwestiye ji bo lêpirsînê wî binçav bikin, dema xwestiye bi re ve hatiye lêdan û birîndar bûye.”

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ragihand ku di 10'ê Tîrmehê de di saet 05.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li nêzî Qereqola Bezelê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê heman rojê piştî nîvro paş de vekişiyaye.”