Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku, li navçeya Şemzînan Colemêrgê pevçûna ku di navbera hêzên HPG’ê û leşkerê artêşa Tirk yên derketibûn operasyonê de herî kêm 30 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. HPG’ê aşkera kir ku, ji ber sedema bombebarana zêde 4 gêrîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane û li Geverê jî helîkopterek hatiye xistin.
Navenda Çapemenî Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya der barê şer û pevçûnên li navçeya Şemizînan a Colemêrgê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di pevçûnê de herî kêm 30 leşker hatin kuştin.
30 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 23’ê Tîrmehê de li Colemergê di navbera navçeya Şemzînanê û herêma Gerdiyayê li dijî gerîlayan yê heta 24’ê Tîrmehê jî li vê herêmê kontrola rê û nasnameya dikirin ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk ve operasyonek hatiye lidarxistin û wiha hat gotin; “Di saet 15.30’an de li dijî vê yekîneya dijmin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin.”
HPG’ê got; “Di encama çalakiya li nêzî girê Senala hate lidarxistin de 14 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin. Di saet 17.00’an de jî li dijî yekîneyeke xwestiye were vê yekîneya di bin dorpêça gerîlayên me de maye rizgar bikin de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin. Pevçûnên li vê herêmê heta saet 19.30’an berdewam kir de 13 leşker hatin kuştin.”
4 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di hemû pevçûn û çalakiyan de bi giştî 30 leşker hatine kuştin. Dijmin piştî tarî bikeve di saet 21.00’an de kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye. “
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Li herêmê di encama bi balefirên şer, helîkopterên kobrayan, bi hewan û obusan de bi dijwarî bombebaranê û di pevçûnan de 4 rêhevalên me gihîştiye şahadet.”
LI GEVERÊ HELÎKOPTEREK HAT XISTIN
HPG’ê got; “Di 24'ê Tîrmehê di saet 12.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî karwaneke ji qereqola Şitazin re erzaq û alavan vediguhezîne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de hemû wesayitan derbe xwariye wesayitek jî hatiye rûxandin. Li vir hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyên me ve nehatiye zelalkirin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kirk u gerîlayan li navçeya Gevera Colemêrgê helîkopterek Skorsky ji aliyê gerîlayan ve hatiye xistin û ev agahî der barê çalakiyê de da; “Di 23’ê Tîrmehê de li navçeya Gevera Colemergê li dijî helîkoptereke skorskya ji qereqola Şitazin re alavên leşkerî vediguhezîne ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan û derbekirin. Helîkoptera derbe xwariye naçar maye ji herêmê dûr bikeve.”
HPG’ê got; “Di 23’ê Tîrmehê de di navbera naçveyên Şemzînan û Gevera Colemergê li dijî Çiyayê Çarçelayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Di 24’ê Tîrmehê de di navbera saet 12.00-19.30’an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Fermandariya Tûgayê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin. Li heman herêman pevçûnên di navbera gerîlayên me û dijmin de hîn jî berdewam dikin.”
JI GERÎLAYÊN YJA-STAR ÇALAKÎ
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê dar barê çalakiya gerîlayên jin ên YJA-Starê de jî ev agahî da; “Di 24'ê Tîrmehê de di saet 17.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Tabûra Garê ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê dijmin derdora cihê çalakiyê bi hewan û obusan bombebaran kiriye.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Di 22'ê Tîrmehê de li navçeya Gevera Colemergê li dijî herêma Şitaza operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve hatibû destpêkirin di 24'ê Tîrmehê de danê êvarî bi piştgiriya helîkokpterên kobrayan ji paş ve vekişiyaye. Li dijî skorskyên dixwestin paş ve vekişin, ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de helîkoptereke skorskyê derbe xwariye û naçar maye ji herêmê dûr bikeve. Herweha leşkerên derketine operasyonê paş de vekişiyane. Hîn jî li herêmê hewldanên yekîneyên veşartî berdewam dike.”
LI QELQELIYÊ LEŞKEREK HAT KUŞTIN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê pevçûna li navçeya Qelqelya Wanê de jî ev agahî da; “Di 24'ê Tîrmehê de di saet 14.00'an de li navçeya Qelqeliya Wanê li nêzî qereqola Axukê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de leşkerek dijmin hatiye kuştin.”
LI ERDEXANÊ GERÎLAYEK JI YANA XWE JI DEST DA
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “. Di 24’ê Tîrmehê de di saet 01.00’an de li navçeya Goleya Erdexanê li nêzî herêma Tîlkîdereyê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de gerîlayêkî me gihîştiye şahadetê.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 24'ê Tîrmehê de di saet 21.40'an de li navçeya Gevera Colemergê di navbera gerîlayên me û leşkerên li dijî herêmên Bêsêvê, Veregoz, Reşkê, Milê Haciya derketibûn operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejhmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî pevçûnê dijmin li dijî heman herêman bi hewan û obusan bombebaran kiriye.
LI DIJÎ HERÊMÊN SIVÎL ÊRÎŞ
HPG’ê diyar kir ku di 25'ê Tîrmehê de di saet 00.00'an de heta pîştî nîvro li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Sîdeka li dijî Gundên Navreza, Nîrkola, Nehrê û Bêgirdê yên bi ser Xakurkêne ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin û got; “Di encama vê êrîşê de rez, zevî û behçeyên gundiyan zirar dîtiye herweha gundî naçar mane dest ji cîh û warên xwe berdin.”