HPG: Li Şemizînanê herî kêm 16 leşker hatin kuştin

HPG: Li Şemizînanê herî kêm 16 leşker hatin kuştin

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku pevçûnên dijwar ên li derdora navçeya Şemizînan a Colemêrgê diqewimin û got ku di encama pevçûna îro de herî kêm 15 leşkerên Tirk hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku pevçûn û çalakiyên gerîlayan berdeam dikin û li gelek cihan di encama topbaranan de agir bi daristanan ketine.

Şer û pevçûnên Ii navçeya Şemizînan a Colemêrgê ku ji 23’ê tîrmehê ve dest pê kirine, îro dijwartir bûn. Navenda Çapemenî Ragihandina HPG’ê ragihand ku di pevçûna îro de herî kêm 15 leşker hatin kuştin.

15 leşker hatin kuştin

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 29'ê Tîrmehê de (îro) saet di 06.00'an de li navçeyaŞemzînana Colemergê di navbera leşkerên artêşa dagirker a tirk ên xwestine li dijî Girê Gumokê operasyonê lidarbixîne û gerîlayên me ve pevçûnên dijwar qewimîne. Di encama vê pevçûnan de yên destpêkê hatine tespîtkirin 15 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin. Peçvûn û bombebana li herêmê hîn jî bi dijwarî berdewam dike.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 28'ê Tîrmheê ji saet 18.00'an heta 29'ê Tîrmehê (vê sibê) saet 06.00'an li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Girê Gumokê, Girê Gostê, Genîştepe, Ava Hecîbeg û Gundê Nîrkolaji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama van êrîşan de şewata li herêmê hîn jî berdewam dike.”

Li Geverê li dijî lojmanên polîsan çalakî

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 26'ê Tîrmehê de di saet 21.45'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî lojmanên polîsan ên Muduriyeta Emniyetê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin” û wiha domand; “Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê dijmin derdora xwe bê ser û ber gulebaran kiriye, li dijî taxên Geverê jî bi wesayitên zirxî operasyonek lidarxistiye. Herweha gelek embûlans jî veguheztine cihê çalakiyê.

Leşkerek ji Qereqola Garê hat kuştin

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 28'ê Tîrmehê de di saet 06.00'an de li navçeya Şemzînan Colemergê li dijî Girê Qereqola Garê ji aliyê gerîlayan çalakiyek hatiye lidarxistin û hat gotin; "Di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê bi qasî saetekê bi hewan û obunsan hatiye bombekirin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê diyar kir; “Di 28'ê Tîrmehê de di navbera saet 15.00-20.00'an de li navçeya Şemzînan Colemergê li dijî Tûgaya leşkerî ji aliyê gerîlayên me ve bi çekên giran çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

Li dijî herêmê êrîşa hewayî

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 28'ê Tîrmehê ji saet 15.00'an û vir li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Girê Gumokê, Girê Gostê, Genîştepe, Ava Hecîbeg û Gundê Nîrkolaji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi balefirên şer êrîşên hewayî tên lidarxistin û got; “Di encama van êrîşan de şewata li herêmê hîn jî berdewam dike.”