HPG: Li Sêrt û Wanê 13 leşker hatin kuştin

HPG: Li Sêrt û Wanê 13 leşker hatin kuştin

Navendqa Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniyda da de aşkere kir ku di encama çalakiyên gerîlayan ên li Sêrtê û Wanê de herî kêm 13 leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di çalakiyên gerîlkayan ên li Sêrtê de herî kêm 9 leşker hatine kuştin. HPG’ê ragihand ku li Wanê jî 4 leşker hatine kuştin.

LI SÊRTÊ 9 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 26'ê Hezîranê de di saet 20.40'an de li navçeya Diha Sêrtê li herêma Minyanişê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de yek jê çawuşê pispor 5 leşker hatiye kuştin, 3 leşker jî birîndar bûye. Dijmin bi piştgiriya bombebarana helîkopterên kobrayan bi helîkopterên skorskyan kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der bar çalakiya gerîlayan a li Dihê de jî got; “Di 27'ê Hezîranê de di saet 05.30'an de li navçeya Diha Sêrtê li nêzî qereqola kevn ya Dihê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 4 leşker hatiye kuştin, 2 leşker jî birîndar bûye. Herweha 2 çekê melez ên HK-33 ji aliyê gerîlayên me ve hatiye desteserkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê dijmin ve li dijî herê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotiN; “Di 27'ê Hezîranê de di saet 19.30'an de li navçeya Elbaka Wanê li herêma Bableşînê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê û gerîlayên me de du pevçûnên cûda qewimiye. Di encama pevçûna yekemîn de 4 leşker hatiye kuştin, di encama pevçûna duyemîn de jî hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

HPG’ê got; “Di çapemeniya tirk de hate îddiakirin ku di 26'ê Hezîranê de li navçeya Gevera Colemergê li nêzî herêma Ûzûnsirtê di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye û di encama vê pevçûnê de leşkerên bi navê Hakan Koçer ê ji navçeya Bismila Amedê ye. jiyana xwe ji dest daye. Di roj û saet tê diyar kirin de li herêmê tu pevçûn di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa tirk de neqewimiye.”