HPG: Li Seraya Wanê 3 polîs hatin kuştin

HPG: Li Seraya Wanê 3 polîs hatin kuştin

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku di encama çalakiya gerîlayan a li navçeya Seraya Wanê de 3 polîs hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Şirnex û Wanê çar kes ji aliyê gerîlayan ve hatine binçavkirin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan a di 3’ê tîrmehê de li Serayê pêk hat de agahî da û diyar kir di çalakiyê de 3 polîs hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 4 kes li Şirnex û Wanê ji aliyê gerîlayan ve hatine binçavkirin.

LI WANÊ 3 POLÎS HATIN KUŞTIN

HPG’ê got, “Di 3'ê Tîrmehê de di saet 17.15'an de li navçeya Seraya Wanê li dijî wesatyiteke akrep ên artêşa dagirker a tirk ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 3 polîs hatiye kuştin, 3 polîs jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê operasyona li herêmê hatiye destpêkirin hîn jî berdewam dike.”

4 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di di 3'ê Tîrmehê de di saet 15.00'an de li navçeya Elkê (Beyşebab) ya Şirnexê du kemyonê ji qereqola Mezrayê bar dikişîne, ji aliyê gerîlayan ve hatine şewitandin ev agahî da; “Herweha ajokerên bi navê Şehabettîn Çîçek û Nadîr Cîn jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin. Piştî çalakiyê dijmin bi piştgiriya helîkopterên kobrayan xwestiye li herêmê daxînin, li beramberî bersivdayina gerîlayên me helîkopter naçar mane paş de vekişin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin; “3'ê Tîrmehê de di saet 09.00'an de li navçeya Şaxa Wanê 2 ajokerên ji qereqola Ezdînanê re bar dikişandin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin.

LI XOZATÊ OPERASYON

HPG’ê der barê operasyona li Xozatê de jî got; “4. Di 3'ê Tîrmehê de li navçeya Xozata Dersimê li dijî herêmên Axdere, Koru, Dagmezra û Sarisaltik ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye destpêkirin hîn jî berdewam dike.”