HPG: Li Qilebanê 15 leşker hatin kuştin
Li navçeya Qileban a Şirnexê, Gerîlayan li dijî konvoyek leşkerî ku di rêya Xabûra duyem re derbas dibû û li hember qereqola Tepê Yekmal çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de 15 leşker hatin kuştin.
Li navçeya Qileban a Şirnexê, Gerîlayan li dijî konvoyek leşkerî ku di rêya Xabûra duyem re derbas dibû û li hember qereqola Tepê Yekmal çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de 15 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê têkîldarî detayên çalakiyê ev agahî parve kirin:
ŞIRNEX
10’ê Tebaxê hêzên me bî awayekî hevçax çalakî bi ser konveya leşkerî ve ya li ser rêya Qilebana Şirnexê ve û qereqola Kaşê Yekmal ve birine. Di nav vê çarçoweyê de wesatiyeteke leşkerî ya bi Reo ya di koveyê de bi bandorî derb xwariye. Leşkerên ku xwestine mudaxeleyê bikin jî bi çekên ferdî li wan hatiye reşandin, tangeke ku ewlekariya rê dikir a li ser kêş jî bi çekên giran derb xwariye û hatiye rûxandin. Yekîneyên piştgiriyê yên ku bi mebesta destekê bidin ji hêla hêzên me ve derbên serkeftî xwarin. Bi awayekî hevdem a bi vê çalakiyê re hezên me bi hewanan li qereqola Girê Yekmalê xistine.
Di encama van çalakiyan de 15 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Di encama van çalakiyan de 4 hevalên me jî şehîd ketine.
8’ê Tebaxê saet 16.00’an bi ser leşkerên ku li girê Kuroşînê yên Qilebana Şirnexê bi cih bûbûn ji hêla hêzên me ve çalakiyek hate lidarxistin. Konên li ser gir bi çekên giran derb xwarin û kon şewitîn. Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran zelal nebûye. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi obês û hewan û tangan li Girê Şehîd Karlos û Koordîne xistin.
COLEMÊRG
11’ê Tebaxê saet 12.00’an hêzên me bi çekên giran êrîş birine ser mewziyên leşkerî yên ku li Girê Genîş ya li Şemzînana Colemergê. Di vê çalakiyê de konan derb xwarin, şewitîn û 1 dozerê re jî derb xwar. Hejmara mirî û leşkerên birîndar zelal nebûne.
11’ê Tebaxê saet 06.30’an hêzên me bi ser qereqola Bêgijnê ya Şemzînanê de çalakiyeke siûqatî pêk anîn û di encamê de 1 leşker hate kuştin.
11’ê Tebaxê saet 17.00’an hêzên me bi ser qereqola Zeytê de, ya li qada Oremara Geverê ya girêdayî Colemergê, bi hewanan êrîş kirin. Di vê çalakiyê de mewziyek bi temamî ji holê hate rakirin lê belê hejmara mirî û birîndarên leşkeran nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqola Zeytê bi tofelaqî qadên derdorê bi çekên giran daye ber guleyan.
WAN
12’ê Tebaxê saet 01.30’an bi ser stesyona bazê yên Turk Telekom û Vodafonê ve, yên li gundê Bableşîna Elbaka Wanê, çalakiyeke sabotajê pêk anîne û stesyonên bazê hatine îmhakirin.
DERSÎM
9’ê Tebaxê artêşa TC’ê bi ser geliyê Mûnzûr a Dêrsimê de operasyonek li dar xist. Di vê operasyonê de artêşa TC’yê di asta herî bilind de teknîk bi kar aniye. Qad daye ber obês û hewanan, helîkoptêrên Kobra û balafirên şer jî qad dane ber bombeyan. Artêşa TC’ê piştî bombebaranê leşker jî daxistine û operasyon berfirehtir kiriye. Ev operasyon 10’ê Tebaxê saet 22.00’an qediyaye. Di encama vê operasyonê de ku teknîkeke zêde hatibû bi kar anîn,4 hevalên me şehîd ketin. Dema ku agahihên nasnameyên hevalên me yên ku şehîd ketin zelal bûn, em ê bi raya giştî re par ve bikin.
SÊRT
Ev 3 rojên dawî ne ku artêşa TC’ê Dihê ya Sêrtê û gundên Ebubekir,Dirişkê, Dihêya Kevn, Şoxa û Xerdorê, gundên Çemê Karê, Heşetê yên Berwariyê weke herêmên ewlekariya taybet radihandiye.
8’ê Tebaxê operasyona ku li qada Şehîd Kawa ya Farqîna Amedê dest pê kirî, 11’ê Tebaxê bê encam bi dawî bûye.
11’ê Tebaxê saet 12.30’an balafirên şer mintiqeya Sirtê ya qadên Simbilê ya Colemergê û Girê Smalî Axa daye ber bombeyan.”