Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di pevçûna li navçeya Qilaban a Şirnexê pêk hat de sê leşker hatine kuştin. HPG’ê ragihand ku herêma Heftenînê jî du caran hat topbarankirin.
Navenda Çapemenî Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya weşand de ragihand ku di encama çalakiya gerîlayan a li ser sînor Qilabanê pêk hat de 3 leşker mirin û 2 jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 4''ê Tîrmehê de di saet 13.30'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li ser xeta sînor li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên ber bi sînorên Herêmên Parastinê yên Medyayê ve dihatin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 3 leşker hate kuştin 2 leşker jî birîndar bûye. Dijmin kuştî û birîndarê xwe bi 3 skorskyan û wesayitên sivîl ji herêmê dûr xistiye.”
LI DIJÎ BAŞÛR TOPBARAN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê topbarana li ser Başûrê Kurdistanê de jî ev agahî da; “Ji 4'ê Tîrmehê de di saet 15.00'an heta 5'ê Tîrmehê saet 08.00'an li Herêmên Parastinê yên Medya di nav sînorên Zaxoyê li dijî herêmên Gundê Heftenînê, Warê Kemal, Dola Bêtalma û Kato Sûlêyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
3. Di 4'ê Tîrmehê de di navbera saet 14.00-15.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di nav sînorê Zaxoyê li dijî Gundên Alaniş, Girê Heliz û herêma Zawîtê yên bi ser Heftenînê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”