HPG: Li Qilaban û Çelê 15 leşker hatin kuştin

HPG: Li Qilaban û Çelê 15 leşker hatin kuştin

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya da de ragihand ku li Qilabanê 12 û li Çelê jî sê leşkerên Tirk ji aliyê gerîlayan ve hatine kuştin. HPG’ê der barê çalakiyên din ên gerîlayan de jî agahî da.

LI QILABANÊ 12 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 12'ê Tîrmehê de di saet 05.30'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li nêzî baregeha leşkerî ya Girê Meymûn di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûna setekê domandiye de 12 leşkerê dijmin hatiye kuştin, hejmara birîndara jî nehatiye zelalkirin. Dijmin di saet 18.15'an de kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye.

LI ÇELÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan li Çelê de jî got; “Di 10'ê Tîrmehê de di saet 10.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî Girê Şehîd Mazlûm, herêma Deştan, Girê Sor û Qereqola Karataşê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Li nêzî Girê Şehîd Mazlûm di navbera leşkerên artêşa dagirker a tirk û gerîlayên me de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 3 leşker hatiye kuştin, 10 leşker jî birîndar bûye. Piştî pevçûnê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Di heman rojê de di saet 15.00'an de cihê herêmê bi balefirên şer hatiye bombekirin. Di 11'ê Tîrmehê jî beşek hêzên operasyonê paş de vekişiyaye”.

LI ÇELÊ BOMBEBARAN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 9'ê Tîrmehê de di navbera saet 15.00-22.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî Şehîd Mazlûm, Navserên Deştanê, derdora riya Qarataşê û Bêtkarê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Li dijî heman herêman di 10'ê Tîrmehê de di saet 03.00'an de bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

6 WESAYÎTÊN SEROKÊ AKP’Ê HATIN ŞEWITANDIN

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 10'ê Tîrmehê de di saet 22.00'an de li navçeya Farqîna Amedê şantîyeke ya şîrketa bi “dijmin re hevkariyê dike ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 6 wesayitên serokê AKP ya navçeya Farqînê hatiye şewitandin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan derdora cihê çalakiyê hatiye bombekirin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê got; “Di navbera 11-13'ê Tîrmehê bi navber li navçeya Çelêya Colemergê li dijî Şehîd Mazlûm, Deştan û Girê Sor ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

LI DIJÎ WESAYÎTA TEDAŞÊ ÇALAKÎ

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê diyar kir ku di 12'ê Tîrmehê de di saet 13.00'an de li navçeya Pîrana Amedê li nêzî Qereqola Beyazçeşmê 2 kemyonê di xebatên leşkerî de dihatin bikaranîn û wesayiteke TEDAŞ'ê ji aliyê gerîlayan hatiye şewitandin û rûxandin.

HPG’ê got; “Di 12'ê Tîrmehê de di saet 21.00'an de li navenda Amedê di navbera navçeyên Karaz û Lîceyê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye birîn. Ji girseyên li wir kombûyî re di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn, wesayiteke kargo ya bi dijmin re hevkariyê dike bi alavên di hundirê ve hatiye şewitandin û rûxandin. “

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê diyar kir ku di 12'ê Tîrmehê de ji saet 08.00'an heta 13'ê Tîrmehê danê sibê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundên Heftenîn û Bêtalmê, Girên Şehîd Kendal û Şehîd Delîla yên bi ser Heftenînêye ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ragihand; “Di 6'ê Tîrmehê de li naveçaya Tetwana Bedlîsê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatibû destpêkirin. Di 12'ê Tîrmehê de piştî nîvro li dijî hemû herêmên operasyonê bi tank, helîkopterên kobrayan û wesayitên zirxî heta danê êvarî hatiye bombekirin. Di danê êvarî jî bêencam paş ve vekişiyaye.