HPG'ê diyar kir, gerîlayê bi navê Îshak Katar (Dîrok Amed) li dijî Midûriyeta Emniyetê ya Midyadê çalakiya fedayî pêk aniye û di encamê de 30 polîs hatine kuştin, nîzamiye, 2 wesayîtên zirxî û 10 wesayîtên sivîl ên polîsan bi temamî îmha bûne.
ANF
BEHDÎNAN
pêncşem, 9 pûşperê 2016, 13:46
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiya bombeyî ya li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya Midyadê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Der barê encamên çalakiyê de ev agahî hat dayîn:
"Roja 8'ê Hezîranê saet di 11:00 de, li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya hêzên dewleta faşîst a li navçeya Mêrdîn Midyadê, ji bo bîranîna şehîdên Nisêbînê û hevrê Fermandar Kawa û Xeyrî, hevalê me Dîrok Amed çalakiyeke xurt a fedaî pêk anî.
Li avahiya emniyetê 150 polîs hebûn. Li vê avahiya ji 6 qatan, hemû planên qirêj, êrîş, îşkence û zextên li hemberî gelê me û nirxên me yên têkoşîna azadiyê dihatin amadekirin û bicihanîn.
Di encama çalakiyê de nîzamiya li pêşiya avahiya Midûriyet Emniyetê, 2 wesayîtên zirxî û 10 wesayîtên sivîl ên polîsan bi temamî îmha bûn. Aliyê pêş ê avahiya Midûriyeta Emniyetê jî rûxiya. Xisareke mezin li lojmanên leşkerî yên li derdorê bû.
Di encama vê çalakiya fedayî ya hevrê Dîrok Amed de, bi zelalî 30 hêzên dijmin mirin, bi dehan jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk û medya şerê taybet, encamên vê çalakiya berfireh vedişêrin. Ji ber ku nikare bandora vê çalakiyê veşêre, hewl dide encamên wê yên rastî binixumîne û ji bo encamên çalakiya leşkerî berevajî bikin, mirina sivîlan derdixînin pêş. Di vê çalakiya fedayî de bi ti awayî sivîl hedef nehatine girtin. Midûriyeta Emniyete hedef hatiye girtin û çalakî bi vî rengî pêk hatiye.
Li ser hevalê me yê şehîd ket;
Hevalê Dîrok, ku di dilê wî de hezkirineke kûr a ji Rêber Apo, gelê Kurdistanê û welatê xwe hebû, ev hezkirina xwe veguherand hişmendiyeke mezin û xist meriyetê. Ev yek bi tevlîbûna li nava refên gerîla û hesabpirsîna ji dijmin, pêk anî. Hevalê Dîrok di sala 2011'an de li Bakurê Kurdistanê dest bi têkoşînê kir, zû pê hesiya ku şer mirovan mezin dike û di bîrdozî û têkoşîna rêxistinî de xwe xurt kir.
Di demên herî zor û zehmet de bi coşeke mezin meşiya û bi fedekarî hemû zehmetî ji holê rakir. Hevalê Dîrok ê rûken û xwedî sekneke bi coş, bi vê çalakiya xwe ya fedayî cihê xwe di nava şehîdên têkoşîna azadiyê de girt.
Agahiyên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd ketiye:
Nasnav: Dîrok Amed
Nav paşnav: Îshak Katar
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Navên dayik û bav: Sabîha-Abdûrrahman
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Hezîrana 2016 / Mêrdîn"