Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku gerîlayên HPG’ê li bejahiya navçeya Gimgim a Mûşê helîkoptera bi tîpa Skorsky ya ku beşdarî operasyonê bibû xistine.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê operasyona di 23’ê gulanê ya li navçeya Gimgima Mûşê ku 3 gerîlayan têde jiyana xwe ji dest dabûn de daxuyaniyeke berfireh da û diyar kir ku têkiliya wan bi kesên dîl hatine girtin re tune ye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gerîlayan derbe li helîkoptereke skorsky xistine, agir pêk hetiye û piştre teqiyaye.
Di daxuyaniyê de ev agahî hate dayîn; “Di 23’ê gulanê de, yekîneya gerîlayên me li navçeya Mûşê Gimgimê, çalakiyek pêk aniye, û di encamê de astsbayek hatiye kuştin, gerîlayên me yên ku ev çalakî pêk anîn, bi saxlemî gihiştine cihê xwe. Piştî wê di 24’ê gulanê de artêşa dagirker a Tirk li derdora gundên Leylek, Rekasa, Tanzik ên Gimgimê dest bi operasoyenekê kiriye. Di 24’ê gulanê de li devera Çorsan, Miro, Badan, Girê Boga û devera Tanzikê leşkerên artêşa dagirker a Tirk, daxistin pêk anîne, û dest bi operasyonekê kirine. Di heman rojê de gerîlayên me li derdora gundê Tanzik li dijî helîkoptera Skorsky çalakiyek li dar xistine, di encama çalakiyê de helîkopterê derbe xwariye û agir pê ketiye. Piştre helîkopter ji herêmê dûr ketiye, teqiya û li erdê ketiye. Piştî çalakiyê, heta derengiya şevê, herêm ji aliyê helîkopterên bi tîpa kobra ve hatine bombebarkirin. Operasyona li herêmê berdewam kiriye, di encama pevçûnên car caran li herêmê qewimîn de 3 gerîlayên me gihiştine şehaderê. Her kesê ku li cihê operasyonê hatine dîl hatine girtin jî tu têkiliya wan bi hêzên me re tun ne.”