Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê diyar kir ku di encama pevçûnên li navçeya Gevera Colemêrgê di navbera gerîlayan û leşkerên Tirk de qewimî de 3 û di pevçûna li Elbaka Wanê de jî 2 leşker hatin kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê di daxuyaniya der barê şer û pevçûnên li Bakûrê Kurdistanê de ragihand ku li Gever û Elbakê herî kêm 5 leşker hatin kuştin
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di 22'ê Tîrmehê de li navçeya Gevera Colemergê li nêzî qereqola Şitazan di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 3 leşker hatine kuştin 15 leşker jî birîndar bûne.”
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê pevçûna li Elbakê de jî got; “ Di 23'ê Tîrmehê de di saet 01.00'an de li navçeya Elbaka Wanê li nêzî qereqola Dirêjkê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pêvçûnê de 2 leşker hatine kuştin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 22'ê Tîrmehê de di saet 07.30'an de li navçeya Mazgirta Dersimê kemyoneke ji qereqola Veryanê re alavên leşkerî û erzaq dikişande ji aliyê gerîlayan ve hatiye şewitandin û rûxandin û hat gotin; “Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi daxistinan ve operasyona li herêmê hatiye destpêkirin danê êvarî paş ve vekişiyaye.”