HPG: Li Geliyê Doskî 25 leşker hatin kuştin

HPG: Li Geliyê Doskî 25 leşker hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku di encama pevçûna li Geliyê Doskî de herî kêm 25 leşker mirin. HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan ên li Şemizînan û kontrolên rê yên li Bakûrê Kurdistanê de jî agahiyên berfireh da.

Navenda Çapemen-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan ên li Şemizînan-Gever-Çelê de ev agahî da:

Li Colemergê serweriya gerîlayên me ya li navçeyê Şemzînan-Gever û Çelê hîn jî berdewam dike. Di çarçoveya tevgera gerîlayên me lidardixîne çalakiyên di 17'ê Tebaxê de hatiye lidarxistin ev in;

Di 17'ê Tebaxê de di navbera saet 04.30-09.45'an de li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên ji qereqola Sîneva derketine û xwestine li herêmên Berdereşê, Sîranger û Gilorda bi ser Geliyê Doskî ne operasyonê lidarbixînin ji aliyê gerîlayên me ve 10 çalakiyên cuda hatiye lidarxistin. Di encama van çalakiyan de 25 leşkerên dijmin hatine kuştin 30 leşker jî birîndar bûne.

Di 17'ê Tebaxê de di navbera saet 14.30-15.30'an de li Şemzînanê li dijî Alaya Garê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hemû baregehên dijmin bi bandor hate lêdan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji nehatiye zelalkirin.

Gerîlayên me yê li ser riya Şemzînan-Gerdiya kontrolê rê ya asayî lidardixe di 17'ê Tebaxê de di navbera saet 17.00-18.00'an de rê kontolkiriye. Di wesayitên hatiye rawestandin de nasname hatine kontrolkirin û ji gel re derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn.

Artêşa dagirker a tirk a êrîşên xwe yê topbaranê berdewam dike di 17'ê Tebaxê de di saet 16.00'an de li dijî Genîştepe, Garê, Geliyê Ava Hecibeg û rêzeçiyayên Karker û di 17'ê Tebaxê de di saet 18.00'an de dîsa di 18'ê Tebaxê de (îroj) di saet 04.00'an de li dijî çiyayê Çarçelayê bi hewan û obusan bombebaran kiriye.

LI AMEDÊ ÇALAKÎ

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Di 15'ê Tebaxê de di saet 09.00'an de li Amedê li ser riya Hênê û Lîcê li dijî karwanê polîsên tevgera taybet ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke zirxî texrîp bûye. Dijmin kuştî û birîndarê xwe yê hejmara wan ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin bi 2 helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.”

LI DIHÊ KONTROLA RÊ

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 16'ê Tebaxê de di saet 20.00'an de li ser riya Şirnex û navçeya Diha Êlihê ji aliyê gerîlayan rê hatiye kontrolkirin û got; “ Di wesayitên hatiye rawestandin de nasname hatine kontrolkirin û herweha cejna 15'ê Tebaxa gel ji aliyê gerîlayên me ve hatiye pîrozkirin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “3. Di 16'ê Tebaxê de di saet 19.30'an de li navçeya Çaldirana Wanê şantiyeke li herêmên Kevirê Şamiya û Kulîzerê de riya bi armanca leşkerî çêdike ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de zirara maddî li şantiyê pêk hatiye.”

LI PASÛRÊ KESEK HAT BINÇAVKIRIN

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 17'ê Tebaxê de li navçeya Pasûra Amedê xebatkareke qeymeqamiyê yên ji artêşa “dagirker” a tirk re xebatê îstîxbarî dike ji aliyê gerîlayan ve hatiye binçavkirin û wiha hat gotin; “Wesayita fermî ya qeymeqamiyê jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şewitandin û rûxandin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan a kontrola rê ya li Bedlîsê de jî ev agahî da:

“Di 17'ê Tebaxê de di navbera saet 20.30-21.30'an de li ser riya Wan û Tetwana Bedlîsê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatiye rawestandin de nasname hatine kontrolkirin herweha 7 tirên şîrketên bi artêşa dagirker a tirk re dixebitin û li Kurdistanê bê destûr bazirganiyê dikin bi ji aliyê gerîlayên me ve bi şewitandinê hatiye rûxandin.”