Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê ragihand ku di encama çalakiya gerîlayan a li Erziromê de 4, û di ya li Colemêrgê de jî 2, bi giştî 6 leşkerên artêşa Tirk di 15-16’ê hezîranê de hatine kuştin.
Şer û pevçûnên li Bakûrê Kurdistanê bê navber berdewam dike. Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê daxuyand ku di encama çalakiyên gerîlayan ên li Erzirom û Colemêrgê de herî kêm 6 leşker hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 16'ê hezîranê de di saet 12.30'an de li navçeya Çelêya Colmergê li dijî wesayiteke transît a leşker vediguhest qereqola Çil û nehemîn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Her weha di navbera gerîlayên me û leşkerên ji nizamiya qereqolê dixwestin werin mudaxeleyê nêzî 20 deqan pevçûn rûdaye. Di encama çalakiyê û pevçûnên qewimî de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin, wesayiteke dijmin jî derbe xwariye.”
LI COLEMRGÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê ragihand; “. Di 16'ê Hezîranê de di saet 23.00'an de li Colemergê li dijî wesayita zirxî ya akrep a li derdora gundê Biyê dewriya digeriya ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin” û wiha domand; “encama vê çalakiyê de 2 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin 2 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê derdora navenda Colemergê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve hatiye dorpêçkirin.”
LI ERZIROMÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê pevçûna di 15’ê hezîranê li navçeya Gogsî ya Erziromê qewimî de ev agahî da; “Di 15'ê Hezîranê de li li navçeya Gogsiya Erziromê di navbera gerîlayên me û leşkerên ji qereqola Mela Osmên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de 4 leşkerê dijmin hatiye kuştin, wesayitek jî derbe xwariye.”