Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya da de ragihand ku di 15’ê hezîranê de li navçeya Gercewîs a Êlihê çalakiyek hatiye lidarxistin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku operasyonên Erzirom berdewam dikin û di encama çalakiya gerîlayan a di navbera navçeyên Gercewîs û Heskîf ên Êlihê pêk hat de 2 leşker hatin kuştin û 3 birîndar bûn.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya da de got; “Di 16'ê Hezîranê de di saet 09.00'an de li navçeya Şenkayaya Erziromê di nav sînorên bajaroka Kosorê di navbera Gundên Nazirwazir û Yenîceyê li dijî panzera derdikeve operaysonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin” û wiha domand; “ Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê dijmin kuştî û birîndarê xwe bi ambûlansa ji herêmê dûr xistiye. Operasyona li herêmê hatiye berfirehkirin û tê berdewamkirin.
LI ÊLIHÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Di 15'ê Hezîranê de di saet 19.20'an de li Êlihê di navbera navçeyên Gercewsê û Heskîfê dema derbasbûna panzereke û wesayiteke zirxî ya akrebê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşker hatiye kuştin 3 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.”