HPG: Li Elezîz û Agiriyê 13 leşker hatin kuştin

HPG: Li Elezîz û Agiriyê 13 leşker hatin kuştin

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama çalakiya gerîlayan a li Elezîzê de 6 û di pevçûna piştî çalakiyê qewimî de jî 5 leşker hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di çalakiya li navçeya Giyadîna Agiriyê de jî 2 leşker hatine kuştin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya da de ragihand ku di 7’ê hezîranê de gerîlayan çalakiyek li dar xistiye û got:

WESAYÎTA 6 LEŞKER TÊDE BÛN HAT RÛXANDIN

“ Di 7'ê Hezîranê de di saet 22.40'an de li navçeya Aricaka Elezîzê di navbera Qereqola Tirmavê û navçêyê de li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk derketiye operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de wesayiteke daggeyigi tevî 6 leşkerên tê de hatiye îmhakirin. Dijmin kuştiyên xwe bi helîkopterên skorskyan rakirine Elezîzê.”

DI PEVÇÛNA LI ELEZÎZÊ DE 5 LEŞKER MIRIN

Di daxuyaniyaê de hat diyarkirin ku di 7'ê Hezîranê de di saet 18.20'an de li ser riya Dersim-Elezîzê di navbera leşkerên artêşa “dagirker” a tirk ên derketiye operasyonê û “gerîlayên me” de pevçûnek qewimiye û hat gotin; “Di encama pevçûna li zîvroneka Kizilcikê qewimiye de wesayita sivîl a leşker barkirî hatiye rûxandin 5 leşker jî hatine kuştin. Piştî pevçûnê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên skorskyan kuştiyên xwe ji herêmê dûr xistiye. Dotira rojê di 8'ê Hezîranê de li dijî herêma pevçûnê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê di heman rojê de bê encam paş de vekişiyaye.”

LI GIYADÎNÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 8'ê Hezîranê de di saet 22.00'an de li navçeya Giyadîna Agiriyê li dijî lojmanên leşker û polîsan çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşkerên di lojmanên nîzamiya leşkeran de hatine kuştin. Di encama çalakiya li dijî lojmanên polîsan hate lidarxistin de hejmara kuştî û birîndaran ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku 8'ê Hezîranê de di navbera saet 20.30-23.30'an de li ser riya Agirî-Tuzlucayê “ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke rêbirînê û venêrîna nasnameyan hatiye lidarxistin” û daxuyanî wiha didome; “Gerîlayên me ji gelê kombûye, pişt re dozereke ji bo dijmin xebatê rê çekirinê dimeşîne hate tunekirin”

ARTÊŞA TIRK WENDAHIYÊN XWE VEDIŞÊRE

Rejîma AKP’ê û çapemeniya Tirk di her carekê de hejmara kuştiyên xwe vedişêre. Li gorî bîlançoya meha Gulanê ya HPG’ê di mehekê de 105 leşkerên tirk hatine kuştin, 63 birîndar bûne, 24 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane û 31 kes jî ji aliyê gerîlayan ve hatine girtin. HPG’ê da zanîn ku di meha gulanê de artêşa tirk 31 operasyon pêk anîne û gerîla jî li dijî vê 31 çalakî pêk anîne.

Alîkarê Serokê CHP’ê û Parlementerê Stenbolê Gursel Tekîn vê di 1’ê hezîranê de li Bûrsayê daxuyaniyek dabû û gotibû; “Her çendî çapemenî veşêre jî, lê di van sê mehên dawiyê de zêdetirê 150 leşkerên me şehîd bûne û dayîk digirîn.”