Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku, di pevçûna navbera gêrîlayên YJA-Star û leşkerên artêşa Tirk de 2 leşker hatine kuştin. HPG’ê aşkera kir ku, gêrîlayan li ser gundê Qaraçî yê Elbaka Wanê de girtine û 2 kesên bi artêşa Tirk re hevkariyê dikin hatine binçavkirin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di derbarê pevçûna li Dêrsimê de agahî dan û diyar kir ; "Di 27'ê Tîrmehê de di demjimêr 19.30'an de li navenda Dersimê li nêzî qereqola Çîçekliyê di navbera gerîlayên me yê YJAStarê û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşkerên dijmin hatiye kuştin. Piştî pevçûnê di encama bombebarana helîkopterên kobrayan şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike."
HPG’ê di derbarê desteserkirina du kesên li Gundê Qaraçî jî agahî dan û destnîşan kir ku, di 26'ê Tîrmehê de di danê êvarî li Elbaka Wanê li dijî Gundê Qaraçî ji aliyê me çalakiyeke serdegirtinê hate lidarxistin. Li vir 2 kesên bi navê Aslan Bayer û Ayhan Taş yên bi artêşa dagirker a tirk re hevkariyê dikin û ji bo wan dixebitin hatine binçavkirin.
LI DÊRSIMÊ HELÎKOPTERÊ DARBE XWAR
HPG’ê ragihand ; "Di 27'ê Tîrmehê de di demjimêr 19.30'an de li navçeya Pulura Dersimê li herêma Otlubaşiyê di dijî helîkoptereke skorskyê ya ji bo leşkerên artêşa dagirker ya tirk ên derketiye operasyonê erzak û cebilxane bar dikirin ji aliyê gerîlayê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de helîkoptera derbe xwariye naçar maye ji herêmê dûr bikeve. "
KONTROL DI ROJA PÊNCEM DE YE
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê derbarê pevçûnên li Şemzînanê jî agahî dan û da zanîn ku, kontrola gerîlayan ya li Colemergê di navbera navçeya Şemzînanê û herêma Gerdiyan de di roja pêncemîn de ye û got; "Di 27'ê Tîrmehê de jî li ser riya Şemzînanê û Gerdiyayê ji aliyê gerîlayên me ve kontrola nasname û rê hatiye kirin. 2 helîkopterên kobrayan ên xwestiye mudaxeleyî gerîlayên me bike, rastî bergirîya gerîlayên me hatiye û naçar maye ji herêmê dûr bikeve."
LI DIJÎ QEREQOLA SÊVÊ Û LEŞKERÊN LI GEVERÊ DERKETINE OPERASYONÊ ÇALAKÎ
HPG’ê ragihand “Di 27'ê Tîrmehê de di demjimêr 12.30'an de li navçeya Çelêya Colemergê di navbera Qereqolên Serê Sêvê û Êrîşê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya du wesayit hate derbekirin de hejmara kuştî û birîndarên dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; "Di 27'ê Tîrmehê de di navbera saet 08.00-12.30'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên ji qereqola Oramarê ji bo amadekariya operasyonê derdiketin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin, piştî çalakiyê pevçûneke demkurt qewimiye" û wiha berdewam kir; "Hejmara kuştî û birîndarê dijmin ê di vê pevçûnê de ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakî û pevçûnan di navbera saetên 19.00-21.00'an de li dijî Girê Geperê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG'ê got; "Di 27'ê Tîrmehê de di saet 04.00'an de li Colemergê di navbera navçeyên Şemzînan û Geverê li dijî herêma Çarçelayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de gelek sewalên gundiyan telef bûye."