HPG: Li derdora girê Elîşêr 2 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG/YJA Starê li dijî leşkerên agir berdan herêma girê Elîşêr çalakî lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, yek jî birîndar bû.
Gerîlayên HPG/YJA Starê li dijî leşkerên agir berdan herêma girê Elîşêr çalakî lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, yek jî birîndar bû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê encamên çalakiyên gerîla yên vê dawiyê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê, komek ji leşkerên Tirk roja 20'ê Mijdarê saet di 13'an de, ji girê Elîşêr ê li herêma Oremarê ya li navçeya Geverê daketin û herêm dane ber agir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li ser vê yekê, hêzên me li dijî van leşkeran çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di heman demê de hêzên me bi çekên giran li leşkeran dan. Di çalakiyê de 2 leşker hatin, leşkerek jî birîndar bû.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, hêzên gerîla danê vê sibehê bi hawanan li leşkerên li ser girê Elîşêr xistin. Lê encama vê çalakiyê nehat zelalkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da zanîn, roja 20'ê Mijdarê saet di navbera 18:00-19:00 de balafirên şer ên artêşa Tirk qada Şukê ya navçeya Geverê û gundê Nêrve yê navçeya Çelê yên Colemêrgê bomberdûman kirin.