HPG: Li Colemêrgê 4 leşker hatin kuştin

HPG: Li Colemêrgê 4 leşker hatin kuştin

Navenda Çapemenî-Ragihandina diyar kir ku di encama çalakî û pevçûnên li Colemêrgê û navçeyên wê de 4 leşker hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama çalakiya gerîlayên YJA STAR’ê de herî kêm 2 leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 27'ê Hezîranê de di saet 12.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li nêzî Tabûra Serê Sêvê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.”

JI YJA STAR ÇALAKÎ

Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê got ku di 28'ê Hezîranê de di saet 07.30'an de li navçeya Çelêya Colemergê li nêzî Alaya Bilîcanê di navbera gerîlayên YJA Starê û leşkerên artêşa “dagirker” a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye û di encama vê pevçûnê de 2 leşker hatine kuştin.

HPG’ê got; “Di 29'ê Hezîranê de di saet 06.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li nêzî qereqola Harûnadi navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin.”

LI QILABAN TOPBARAN

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ; “Di 28'ê Hezîranê de di navbera saet 10.00-15.00'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî herêma Deriyê Dawetiya ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”