Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di encama çalakiyên gerîlayan de li Gever, Tetwan û Çelê herî kêm 5 leşker hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku operasyon berdewam dikin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama çalakiyên gerîlayên li Tetwana Bedlîsê, Gever û Çelê ya Colemêrgê de herî kêm 5 leşker hatine kuştin.
LI TETWANÊ LEŞKEREK HAT KUŞTIN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Operasyona di 6'ê Tîrmehê de li Tetwana Bedlîsê hatibû destpêkirin de di 9'ê Tîrmehê de li nêzî Girê Bawer di navbera gerîlayên me û leşkerên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye” û wiha domand; “Di encama vê pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê herêm bi dijwarî hatiye bombekirin. Herweha operasyona herêmê ber bi herêmên Şakirî û Şetranûsê berfireh dibe û berdewam dike.”
LI GEVERÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Di 8'ê Tîrmehê de di saet 20.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li herêma Oremarê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 3 leşker ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandinê ya HPG’ê ragihand ku di 9'ê Tîrmehê de di navbera saet 02.00-03.30'an di heman rojê di navbera saet 13.30-14.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Erdewê û derdora wê yên bi ser Zagrosê ne ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
JI GERÎLAYÊN YJA STARÊ ÇALAKÎ
HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayên jin ên YJA-Starê de jî ev agahî da; “Di 9'ê Tîrmehê de di saet 05.30'an de li navçeya Çelêya Colemergê li derdora Alaya Bilîcanê di navbera gerîlayên me yê YJAStar û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne.
Di 9'ê Tîrmehê de di navbera saet 11.00-20.00'an de li navçeya Geverê riya Gever-Oramarê ji aliyê gerîlayên me yêN YJAStarê hatiye birîn, nasname hatiye kontrolkirin û herweha di derbarê peşketinê dawî yên qewimîne ji gel re hatiye ragihandin.”
LI KAXIZMAN Û QILABANÊ OPERASYON
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku ev demeke li navçeya Kaxizmana Qersê li dijî herêma Çemçê, li derdora Şahyolu, derdora zoman û konên şivanan ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi yekîneyên veşartî kemîn tên vedan. Di daxuyaniyê de hat gotin; “.Ji 9'ê Tîrmehê ji saet 21.30'an heta 10'ê Tîrmehê (îroj) saet 04.00'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî herêma Deriyê Dawetiya ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”
CERDEVAN HAT BINÇAVKIRIN, PAŞÊ SERBEST HAT BERDAN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bi bîr xist ku di 9'ê Tîrmehê de di saet 19.30'an de li navçeya Payizavaya Wanê li Gundê Şemanisê tevî gelek caran hatibû hişyarkirin, Necmedîn Şen ê di cerdewaniyê û xebata “bi dijmin re israr dikir”, ji aliyê gerîlayan ve hatiye binçavkirin û got; “Şen ê li sûcên xwe mikur hatiye bi armanca hişyariyeke dawî wesayita wî hatiye şewitandin û serbest hatiye berdan. “
LI DÊRSIMÊ SÊ KARKER SERBEST HATIN BERDAN
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 30'ê Gulanê li navenda Dersimê 4 karkerên di xebata qereqola Rojnek de dixebitîn ji aliyê gerîlayên me ve hatibûn binçavkirin. Karkerên lêpirsînên wan bi dawî bûn di 3'ê Tîrmehê de serbest hatin berdan.”