Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di encama operasyona li herêma Besta ya Şirnexê rû da de 6 leşker hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê der barê pevçûnên li Bestayê de ev agahî hate dayîn; “Di 26'ê Gulanê de li Şirnexê li dijî herêma Bestayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di 27'ê Gulanê de li Besta li herêma Rûsora bi ser Şehrîbanê di navbera gerîlayên me û leşkerê dijmin ê derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê li dijî leşkerê dijmin ê xwestiye paş de vekişe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiye din hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 5 leşkerê dijmin hatiye kuştin, 6 leşker jî birîndar bûye. Operasyona li herêmê bi piştgiriya helîkopterên kobrayan paş de vekişiyaye.”
LI BAZÎD Û ŞIRNEXÊ XEBATÊN KONTRAYÎ
HPG’ê got; “Ji 25'ê Gulanê û vir ve li navçeyên Bazîd û Diyadîn a Agirîyê û navçeya Çaldirana Wanê du yekîneyên kontra yên ji 15 kesan (bi giştî 30) pêk tên li ser navê gerîlayên me li herêmê digerin” û wiha domand; “ Ji 20'ê Gulanê û vir ve li navçeya Bêyşebaba Şirnexê li herêma Çemanê yekîneyeke kontra ya ji 20 kesî pêk tê digere.”
100 WESAYÎT HATINE RAWESTANDIN
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 28'ê Gulanê de di navbera saet 14.00-16.00'an de li ser riya Çelê û Colemergê ji aliyê gerîlayan ve ve rê hatiye birîn û got; “Nêzî 100 wesayitî hatiye rawestandin û ji gel re di derbarê pêvajoya dawî de propaganda hatiye kirin. “
Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê got; “Di 28'ê Gulanê de di saet derdora 17.00'an de li navenda Colmergê li dijî Kato Marînos, Katoyê Ortê û Kato Qawalê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin.
Di navbera 27 û 29'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Ertûş, Garêya Biçûk û Mêzin ên bi ser navçeay Çelêya Colemergê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”
LI DÊRSIMÊ OPERASYON
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ; “ Di 29'ê Gulanê de (vê sibê) li navenda Dersimê li dijî herêmên Rojnek û Tevneşê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.”