HPG: Li Bedlîsê 5 leşker hatin kuştin

HPG: Li Bedlîsê 5 leşker hatin kuştin

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku, di operasyona leşkerên artêşa Tirk ya li bejahiya navçeya Tetwana Bedlîsê de hatî destpêkirin, 5 leşker hatine kuştin. HPG’ê destnîşan kir ku, gêrîlayên YJA-Starê li nêzî gundê Kanê yê di navbera navçeya Gexiya Çewlik û Depa Elezîzê de kontrola rê kirine û keyayê gundê Kerbayê li dadgeha gel darezandine û piştre serbest berdane.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku, li bejahiya navçeya Tetwana Bedlîsê li dijî leşkerên derketine operasyonê çalakî pêkanîne û di çalakiyê de 5 leşker kuştine.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku, “Di 6'ê Tîrmehê de li navçeya Tetwana Bedlîsê operasyona ji aliyê artêşa dagirker ya tirk hatibû destpêkirin di 7'ê Tîrmehê de hatiye berfirehkirin. Operasyona di 8'ê Tîrmehê de li Gundên Kurtuka, Paşvenk, Başgale û Girê Şehîd Bawer de berdewam dike, di saet 18.40'an de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 5 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin. Di heman rojê di saet 22.30'an de bi piştgiriya helîkopterên skorskyan û wesayitên zirxî dijmin kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye. Operasyona li herêmê hîn jî bi rengî kemîn vedan û keşfa ji aliyê yekîneyên veşartî tê lidarxistin berdewam dike.”

GÊRÎLAYÊN YJA-STARÊ KEYAYÊ GUND DAREZAND

Li gorî daxuyaniya HPG’ê, “Di 8'ê Tîrmehê de di demjimêr 22.30'an de li navbera navçeya Gexîya Çewlikê û Depa Elezîzê li nêzî gundê Kanê ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê çalakiyeke rêbirînê hate lidarxistin. Li vir di derbarê pêşveçûnan ji gel re agahdarî hatiye dayin, her wiha Keyayê Gundê Kerbayê ji ber bi dijmin re di nava têkiliyan de ye, ji qereqolan re erzaq dikişîne, bi wesayita xwe leşkeran vediguhezîne hatiye binçavkirin û li pêşberî gel dahgeha wî hatiye kirin. Di encama darîzînê de keyayê sûcên xwe pejirandiye, destnîşan kiriye ku careke din van sûcan dubare nake û efûya xwe xwestiye. Gel ê li vir kombûyî jî dayina şenseke dawî guncav dîtiye û li ser vê bingehê serbest hatiye berdan.”

OREMARÊ OPERASYON LI DIJÎ ZAGROSÊ JÎ TOPBARAN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di derbarê operasyona li herêma Oremarê û topbaranên herêma parastina Medya jî agahî dan û diyarkir ku, “Di 8'ê Tîrmehê de piştî nîvro li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî herêma Oramarê ji aliyê artêşa dagirker ya tirk operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê di 9'ê Tîrmehê de danê serê sibê bê encam paş de vekişiyaye.

Her wiha di heman rojê de ango 8'ê Tîrmehê de ji demjimêr 18.00'an heta 9'ê Tîrmehê danê nîvoyê li Herêmên Parastinê Medyayê li bajaroka Şeladizê li dijî Gundên Mamreşo, Mambenê û Delîl, Xeta Avaşîn û Ava Basya ya bi ser Zagrosê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi dijwarî bi hewan û obusan hatiye bombekirin. “

LI ELAZIZÊ LI DIJÎ TRENA BAR ÇALAKIYA SABOTAJÊ

HPG’ê çalakiya sabotajê ya li dijî trena bar ya li navçeya Palûya Elezîzê jî girt xwe û wiha berdewam kir: “Di 6'ê Tîrmehê de di demjimêr 15.30'an de di navbera navçya Palûya Elezîzê û Dara Hênê ya Çewlikê li dijî treneke bar ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 5 vagon ji rê derketine herweha riya trênê heta 8'ê Tîrmehê girtî maye.