HPG:Li Bedlîs û Dersimê 20 leşker hatin kuştin

HPG:Li Bedlîs û Dersimê 20 leşker hatin kuştin

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê di daxuyaniya der barê çalakiyên gerîlayan ên li Bakûrê Kurdistanê de daxuyaniyekê da û diyar kir ku li Dêrsim û Bedlîsê bi giştî 20 leşker hatine kuştin.

Çalakiyên gerîlayên HGP’ê li Bakûrê Kurdistanê her ku diçin berfirehtir dibin. Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ragihand ku di şer û pevçûnên li Bedlîs û Dêrsimê qewimîn de herî kêm 20 leşker hatin kuştin.

BEDLÎSÊ 13 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê çalakiya gerîlayan a li Tetwana Bedlîsê de ev agahî da; “Di 6'ê Tîrmehê de li navçeya Tetwana Bedlîsê li dijî herêmên Ez, Mezra, Kotom, Şikranis û Sapûrê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di 7'ê Tîrmehê de di saet 18.00'an de li dijî hêzên operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya di navbera Gundên Ez û Kotomê li ser Girê Şehîd Amedê hate li darxistin de 13 leşker hatin kuştin, hejmara birîndara jî nehate zelalkirin. Di vê çalakiyê de herweha çekeke tam otomatîk a BKC jî ji aliyê gerîlayên me ve hate desteserkirin. Piştî çalakiyê dijmin kuştî û birîndarê xwe bi piştgiriya helîkopteran bi ambûlansan ji herêmê dûr xistiye.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Di 7'ê Tîrmehê de di saet 01.30'an de li navçeya Elbaka Wanê li dijî qereqola Berêreş ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

LI PULURÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

HPG’ê diyar kir ku di 7'ê Tîrmehê de di danê serê sibê de li navçeya Pulura Derismê li dijî navserên Rojnek û Tevneşê ji aliyê artêşa ”dagirker” a tirk bi daxistinan operasyonek hatiye destpêkirin û got; “Li heman herêmê de di saet 19.00'an de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşker hatiye kuştin leşkerek jî birîndar bûye.”

LI QISLEYÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê got; “Di 8'ê Tîrmehê de (îroj) di saet 00.30'an de li navçeya Qisleya Dersimê li dijî herêma Zinarên Doxan ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman herêmê de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de herî kêm 5 leşker hatiye kuştin, 5 leşker jî birîndar bûye.”

LI ERZÎGAN Û DÊRSIMÊ OPERASYONA

HPG’ê der barê operasyonên li Dêrsim û Erzîganê de jî ev agahî da; “Ev demeke li ser riya Dersim Erzinganê li dijî herêmên Kozmerit, Uzuntarla, Gomemiş, Pagalî û Marçikê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ji aliyê yekîneyên veşartî kemîn tê vedan û keşf tê kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev demeke li navenda Dersimê li dijî Geliyê Harçik û derdora wê ji aliyê yekîneyên veşartî kemîn û keşif tê meşandin.”