Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ragihand ku di encama çalakiyên gerîlayan ên li navçeya Bazîda Agirî û navçeya Çelê ya Colemêrgê de herî kêm 3 leşker hatine kuştin.
Di daxuyaniya Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê hat diyrkirin ku di 5'ê Hezîranê de di saet 23.50'an de li navçeya Bazîda Agiriyê li dijî leşkerên nobedariya lojmanên leşkerî digrin “ ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin.Di encama çalakiyê de leşkere di kozika nobedariyê de hate kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. “
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Di 7'ê Hezîranê de di saet 12.15'an de li navçeya Çelêya Colemergê li ji aliyê leşkerên Tabûra Serê Sêvê operasyonek li dijî herêma Girê Ortê hatiye lidarxistin. Di navbera leşkerên derketiye operasyonê û gerîlayên me de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşker ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin, tankek hatiye derbekirin, çekek A4 û dûrbîneke Nîcon jî hatiye rûxandin.”