HPG: Li Amedê leşkerek hatiye girtin

HPG: Li Amedê leşkerek hatiye girtin

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê leşkerî ku şevê din li Amedê ji aliyê gerîlayan ve dîl hatibû girtin û diyar kir ku leşker hatiye girtin

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Di 6'ê Hezîranê de di navbera saet 20.30-23.00'an de li ser riya Amed-Lîcê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke rêbirîn û venêrîna nasnameyan hatiye lidarxistin. Gerîlayên me ji gelê kombûyî re di derbarê pêvajoyê de civînek lidarxistine, pişt re jî leşkereke bi navê Alî Sabanci yê di fermandariya Cendermeya ya Narmana Erziromê de wezîfedare hatiye girtin. “

LI GIYADÎNÊ DOZEREK HATIYE RÛXANDIN

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 6'ê Hezîranê de di saet 21.30'an de li navçeya Giyadîna Agiriyê li li nêzî Gundê Çobana Qasik dozereke bi armanca çêkirina riyên leşkerî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin.”

LI KATOYÊ OPERASYON

Di 5'ê Hezîranê de di saet 16.00'an de li navçeya Elkê Şirnexê li herêma Meydanzengilê ya di navbera çiyayê Kato û Milê Kejanê de ya dozereke di xebatê çêkirina riyên leşkerî de dixebite ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 6'ê Hezîranê de di saetên seharê de li navçeya Beyşebaba Şirnexê li dijî herêmên Meydanzengilê û Katoyan ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê di heman rojê de bêencam paş de vekişiyaye.

HPG’ê got; “Di 7'ê Hezîranê de di danê seharê de li navçeya Beyşebaba Şirnexê li dijî herêma Kato Jîrka û neqeba Karçanê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.”

LI ÇELÊ ÇALAKÎ

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “ Di 6'ê Hezîranê de di saet 19.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê kemyoneke erzak ji bo leşkerên artêşa dagirker a tirk ê di navbera Tabûra Topan a Serê Sêvê û Alaya Bilîcanê de derketiye operasyonê dikişîne ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin.

7. Di 6'ê Hezîranê de di saet 20'an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî herêma Hînê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”