HPG: Li Amed û Çelê 7 leşker hatin kuştin

HPG: Li Amed û Çelê 7 leşker hatin kuştin

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ragihand ku di encama pevçûnên li navçeya Licê ya Amedê û navçeya Çelê ya Colemêrgê de herî kêm 7 leşkerên Tirk hatine kuştin. Her wiha, HPG’ê der barê binçavkirina turîstê Îngilîz de jî diyar kir ku piştî karûbarên wî serbest hatiye berdan.

TURÎST SERBEST HATIYE BERDAN

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 2'ê Hezîranê de di saet 19.45'an de li ser riya Amed-Çewlikê piştî ewlekariya rê hatiye girtin ji aliyê gerîlayan ve venêrîna nasnameyan û rê hatiye kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Ji bo gelê hatiye rawestandin di derbarê Xweseriya Demokratîk de propaganda hatiye kirin, herweha li vir tûristek jî hatiye binçavkirin. Piştî kar û xebatan tûrîst di 3'ê Hezîranê de serbest hatiye berdan. Di vê çalakiyê de herweha demanceyeke wezîfedareke dewletê jî hatiye desteserkirin, wesayita wî jî hatiye şewitandin. “

LI LICÊ HERÎ KÊM 5 LEŞKER MIRIN

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê got; “Di 4'ê Hezîranê de di saet 06.30'an de li navçeya Lîceya Amedê li dijî herêmên Korxê, Manîsor û Hedikê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi piştgiriya helîkopterên kobrayan bi daxistinan operasyonek hatiye destpêkirin. Di heman rojê de di navbera leşkerên derketiye operasyonê û gerîlayên me de li 2 ciyan pevçûn qewimiye. Di encama van pevçûnan de fermandarê cendermayan ê Lîceyê bînbaşiyek jî di nav de herî kêm 5 leşker hate kuştin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.”

LI ÇELÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

HPG’ê der barê pevçûna li navçeya Çelê ya Colemêrgê de jî ev agahî da; “Di 3'ê Hezîranê de di saet 14.30'an de di navbera navçeya Çelê û Tabûra topê ya Serê Sêvê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi wesayitên sivîl operasyonek hatiye lidarxistin. Di vê operasyonê de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşker ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin.”

LI ÇELÊ TOPBARAN

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Di 3'ê Hezîranê de di saet 15.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî girê Hinê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”